Encama teqîna Ezazê du kuştî û 18 birîndar

Vê êvarê erebeyek bombebarkirî li bajarê Ezazê teqiya. Di encamê de zirarên mezin li cihê teqînê çêbûn, 2 kes hatin kuştin û 18 birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî ji ANHA’yê re ragihandin ku teqînek mezin li bajarê Ezazê yê ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine, rû daye. Teqîn li ser otobana bajarê Ezazê pêk hat. Di encamê de zirarên mezin bi cihê teqînê hatine.

Li gorî agahiyên ku hinek çavkaniyan ji herêmê ragihadine, di encama teqînê de du kes hatin kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûn. Birîndar ji nexweşxaneya Ezazê re hatin rakirin.

ANHA’yê navên birîndaran ji çavkaniyan ji nexweşxaneya Ezazê bidest xistin. Navên wan wiha ne: Malik Saîd Heyanî, Hadî Ismaîl Salo, Mihemed Ismaîl Salo, Xalid Hemîd El-Abdullah, Mihemed Ehmed Hesano, Zafir Abdullah Helebî, Ebdo Reşîd Yesêr, Yusif Cemîl, Hibe Ismaîl, Menar Mihemed Elûş, Hemîde Ebdo Ibrahîm, fîras Mistefa Ibrahîm, Hemîde Mistefa Ibrahîm û Selah Mistefa Ibrahîm, Mistefa Hesen El-Hisên, Elî Mistefa Ibrahîm, Muhened Hesûn Ibrahîm û Hele Heyanî.

(şx)

ANHA


Mijarên Din