Encamên Astanayê bê hêvî ne!

Wezareta Karên Derve ya Kazaxistaneyê gera 12’emîn a civînên Astaneyê yên der barê Sûriyê de û gera pêş wek “bêhêvî” bi nav kir û wiha got: “Beriya meha Hezîranê civîn li dar nakeve û ev jî nîşaneya binketina gera pêş e.”

Gerînendeyê Beşa Asya û Afrîkayê ya Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê Idrbic Tomatov tekez kir ku gera pêş a diyalogên Astanayê yên der barê Sûriyê de beriya Hezîrana bê li dar nakeve.

Idrbic Tomatov roja înê ji rojnamegeran re ragihand ku li gorî pêşbîniya wî dê civîn beriya meha Hezîrana bê li dar nekeve.

Gera 12’emîn a civînên Astanayê îro bi dawî dibe. Xebatên dewletên garantor der barê komîteya destûrê de bi sedema nakokiyan bi bin ketin. Ji lew re ew xal hat derbaskirin û li ser rewşa Idlibê hate nîqaşkirin, lê dîsa jî bê encam derbas bû.

Li aliyekî din jî komên çete yên li herêmên qaşo bêçek, êrîşî nuqteyên rejîmê yên li Sehil Xab a bajahiya Hemayê kir. Di heman demê de jî bejahiyên Idlib û Hemayê jî rastî bombebarana balafirên Rûsya hatin.

(fr)


Mijarên Din