‘Encamên civîna MSD`ê bi şêx û rûspiyan re baş bû’

Şêx û rûspiyên eşîrên bejahiya rojhilatê Dêrazorê tekez kirin, encama civîna ku MSD`ê bi şêxên eşîrên herêmê re lidar xistî erênî bû û wiha gotin: “Girêdayî gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê bû û hewl dide piştî herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin, jinûve bi rêxistin bike.”

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi armanca rêxistinkirina herêmên ku nû hatine rizgar kirin, bi hejmareke ji şêx û rûspiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê re civîneke berfireh lidar xist. Civîn bi armanca naskirina rewşa xizmetguzarî ya li herêmê hat lidarxistin. Li gorî şêx û rûspiyên eşîran, encam û berhemên civînê baş bûn. 

Şêxê eşîra Şeyîtat Xelîf Mihemed got: “Herêmên me nû hatine rizgar kirin. Erka me ye ku em weke şêxên eşîran bi hevakariya rêveberî û gel parastina aramî û ewlehiya herêmên xwe biparêzin. Ji ber ku herêm bi saya zarokên me hatine rizgarkirin bikin. Divê em ji bo jinûve avakirina herêmê  hevgirtî bin.”

Derbarê girîngiya civîna ku ji aliyê MSD`ê ve hat lidarxisdtin Xilêf Mihemed wiha axivî: “Encamên civînê baş bûn. Em ji bo jinûve aktîvkirina hemû saziyên xizmetguzariyê ku hatine rûxandin, bikevin nava tevgerê. Ji bo herêmên me dîsa jinûve bên avakirin.”

Her wiha şêxê eşîra El-Bû Herdan Yasîn Abdullrezaq El-Sebîxan diyar kir ku bejahiya rojhilatê Dêrazorê ji ber şerê ku li herêmê çêbû bi awayekî zêde hate rûxandin û wiha pêde çû:"Divê em weke şêx û rûspiyên eşîrên bejahiya rojhilatê Dêrazorê ji bo parastina ewlehiya herêmê bi awayekî ji berê zêdetir bixebitin."

Yasîn El-Sebîxan di dawiyê de destnîşan kir ku civîna ji aliyê MSD`ê ve bi rûspî û şêxên eşîran re, hevgirtina di navbera eşîrên herêmê de vedigerîne.

(bx)

ANHA   


Mijarên Din