Encamên şer û Berxwedana Rûmetê yên roja 35’an

QSD’ daxuyand ku di roja 35’an de jî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam kir û hewl dan dagirkeriya xwe  berfireh bikin. QSD’ê ragihand ku di êrişan de 4 şervanên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şer û Berxwedana Rûmetê yên roja 35’emîn eşkere kirin. QSD’ê diyar kir ku di roja 35’an de jî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê berdewam kir û hewl dan dagirkeriya xwe  berfireh bikin.

Her wiha QSD’ê ragihand ku 4 şervanên wan şehîd bûne û 7 şervan jî birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Artêşa dagirker û komên çete êrişên xwe yên hewayî û bejahî li seranserê herêmê domandin.

Ebû Rasen

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve hewl da li gundên Bab el-Xêr û Ebdilhey êrişî herêmên sîvîl bikin û dagirkeriya xwe berfireh bikin.

Til Temir

Komên çete, bi piştevaniya êrişên hewayî yên artêşa dagirker hewl da êriş bibin ser herêmên Rihaniyê, Qasimiyê, Erbeîn, Amiriyê, Feyseliyê, Minehir û Mehmûdiyê. Artêşa dagirker li seranserê vê xetê bi balafriên bêmirov bombebaran kir û her wekî din bi çekên giran topbaran kir.

Eyn Îsa

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li gundên Mesûdiye, Genteriyê û Hoşa bi piştevaniya êrişên hewayî û topbarana çekên giran êriş birin ser herêmên sîvîl û hewl da dagirkeriya xwe berfireh bikin. Her wiha komên çete xwest bi seyareyên leşkerî xwe nêzî herêma Xefetsalim bikin û gund dagir bikin.

Di van êrişan de bi giştî 4 hevalên me şehîd ketin, 7 hevalên me birîndar bûn.”


Mijarên Din