Encamên şer û Berxwedana Rûmetê yên roja 40’emîn

QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja 40’emîn de hewldanên xwe yên dagirkirin domandin û artêşa Tirk çeteyên xwe li herêma depoyên genim ên Şêrgirakê bi cih kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana roja 40’emîn a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandin. QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewldanên xwe yên dagirkirinê berdewam kirin û li ser gundên Aşûriyan bi balafirên bêpîlot tevgera keşfê pêk anî. Her wiha destnîşan kir ku artêşa Tirk çeteyên xwe li herêma depoyên genim ên Şêrgirakê bi cih kirin.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand :

“Artêşa Tirk a dagirker tevgera xwe ya hewayî li seranserê herêmên eniyê domand. Artêşa dagirker li herêma Til Temir bi balafirên bêmirov li ser gundên Aşûriyan tevgera keşfê pêk anî. Her wiha komên çete tevgera xwe ya dagirkeriyê li herêmê domand.

Artêşa Tirk a dagirker, piştî dewriyeyeke hevpar bi hêzên Rûsyayê re li herêma Eyn Îsa, bi tankan û çekên giran, her wiha bi hejmareke zêde ya çeteyên xwe hewl da herêmê dagir bike. Artêşa dagirker piştî dewriyeya li depoyên genim ên Şêrgirakê, careke din vegeriya û qad dagir kir, çeteyên xwe tê de bi cih kirin.”


Mijarên Din