Encamên şerê dawîn ê di navbera Xeza û Îsraîlê de

Piştî 48 saetan ji şerê giran ku di encamê de 34 filistîniyan, di nav de jin, zarok û hin malbat bi temamî, jiyana xwe ji dest da, vê sibê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ya li Xezayê hevpeymana agirbesta bi Îsraîlê re ragihand. Niha bi sponseriya Misr û hêzên navdewletî rewş aram e.

Şerê dijwar ê li Xezayê ku roja sêşemê dest pê kiribû, bi dawî bû. Tê zanîn ku şer piştî qetilkirina fermandarê Tevgera Cîhada Îslamî ya li Xezayê Ebû Ata û hevsera wî, her wiha dema berpirsekî leşkerî yê tevgerê derveyî welêt bû, li Şamê hewldana qetilkirina wî kirin, pêk hat. Ji ber vê yekê qada leşkerî ya tevgerê bersiva vê oprerasyonê da.

Li milekî din ev 2 roj e şerekî dijwar li Xezayê rû dide û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da, lê belê îro jî şêniyên Xezayê li ser komkujiyeke li dijî malbatekê pêk hatiye, çavên xwe vekirin. Balafirên Îsraîlê mala Melhûs bomebaran kir û di encamê de malbata ji 8 kesan pêk dihat, bi temamî jiyana xwe ji dest da. Jixwe ev ne malbata yekemîn e ku balafirên Îsraîlê malên wan hildiweşînin lê belê beriya niha 2 malbat kirin armanc û piraniya kulfetên malê qetil kirin.

Çavdêran rêbazên artêşa Îsraîlê nirxandin û diyar kir ku artêşa Îsraîlê da ku fîşarê li komên Filistînê bike û êdî nema nuqte û avahiyên Îsraîlê bi topavêjan bike armanc, van kiryaran pêk tîne.

Wezarata Tenduristiyê ya Filistînê serjimariya dawîn a êrişên artêşa Îsraîlê li dijî Xezayê ragihand ku 34 filistînî, di nav de 3 jin û 7 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 111 birîndar, di nav wan de 46 zarok û 20 jin, hene.

Di gel ku aliyên peywendîdar ên hikumeta Xezayê îşaret bi wêrankirina artêşa Îsraîlê ji malên welatiyan, avahî û erdên çandiniyê kir.

Komên Filistînê ku navê oprerasyonê kir "Qîrîna Berbangê" bi daxuyaniyekê ragihand ku wan herêmên nêzî Xeza, navendên di hundirê Îsraîlê de kirine armanc. Di nav de Til Evîv û başûrê bajarê Qudisê jî hene.

Her wiha Necmet Dawûd El-Israîlî ragihand ku di encama topavêjin komên Filistînê de, leşkerên Îsraîlê bi sivikî birîndar bûn.

Di heman demê de artêşa Îsraîlê ku navê operasyonê kiriye "Kembera Reş" ragihand ku komên Filistînê nêzî 360 bombe avêtine û sîstema parastina asmanî nîvê wan bê bandor kirin.

Her wiha bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi dehan êriş li dijî avahiyên Tevgera Cîhadî ya Filistînî, tunel û nuqteyên deryayî yên li herêma beravê pêk anîne.

Wezîrê Artêşê yê Îsraîlê yê nû Neftelî Beynêt ragihand ku operasyona leşkerî ya li Xezayê serkeftî derbas bû û rêgeheke nû diyar kir ku ew jî artêşa kîjan herêmê dixwaze dê serbest be. Di gel ku çavdêrên filistînî û îsraîlî ev meh wek dijwartirîn meh wesf kir û vê sibê komên Filistînê û Îsraîlê agirbest ragihand.

Dezgehên çapemeniyê bi bîr xist ku pêşniyarên Misrê wiha ne; yekser komên Filistînê û Îsraîlê agirbestê ragihînin, her wiha parastina xwepêşandanên aştiyane bikin, di heman demê de Îsraîl yekser proseyên qetilkirin û gulebarana li dijî xwepêşandêrên filistînî rawestîne.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din