Encamên teqînên li Minbicê eşkere bûn

Di encama teqîna bombeya deng û mayîna ku beriya çend kêliyan li Minbicê teqiya, tenê zerarên madî çêbûn.

Li bajarê Minbicê beriya niha bi çend kêliyan li nêzî miraba Şaredariya Gel a bajarê Minbicê bombeyeke deng, di heman demê de li kolana 30 a rojavayê bajêr mayînek ku li kolanê hatibû bicihkirin dema ku erebeyeke sivîl derbas dibû, teqiyan.

Nûçegihanên me ragihand ku di encama herdû teqînan de tenê zerarên madî di erebeya ji cûreya KIA de çêbû û tiştek bi kesî nehat.

(bx)

ANHA


Mijarên Din