Encamên testên kesên ji Şamê hatine "Negatîf" derket

Mûdîriyeta Tenduristiyê ya bajarê Qamişlo diyar kir ku testên destpêkê yên kesên ji Şamê hatine "Negatîf" derket û dê 14 rojan di karantînayê de bimînin.

Balafireke rêwiyan ku zêdetirî 20 kes lê bûn, îro gihişt Qamişlo, ji aliyê tîmenên awarte ve testa "KIT" a keşifkirina vîrusa Koronayê  di nava 30 saniyan de ji wan re hate çêkirin.

Mûdîriyeta Tenduristiyê ya bajarê Qamişlo û tîmên tenduristiyên awarte diyar kir ku encamên testan negative derket û bi vîrusê neketine.

Kesên ji Şamê gihiştin ji bo navenda Karantînayê hatin veguhestin û dê 14 rojan di karantînayê de bimînin, ta diyar bibe ku vîrus bi wan re heye ya ne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Menal Mihemed diyar kir ku kesên ku ji Şamê gihiştinê wê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Piştî 14 rojan heger diyar ku bi vîrusa Koronayê neketine dê ji karantînayê werin derxistin.

Ji endamên hikûmeta Sûriyê yên ji tên herêmê, Menal Mihemed anî ziman ku dê ji wan re jî test werin çêkirin, piştre dê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve derbasî baregehên wan bêne kirin û nahêlin ku di nava herêmê de bigerin.

ANHA


Mijarên Din