Encamnameya Kongreya Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate eşkerekirin

Kongreya damezrîner a Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê piştî axaftinan, bi xwendina rêzikname û encamnameyê û hilbijartinan serok û 37 endamên meclisê bi dawî bû.

Piştî axaftinan rewşa rêxistinî ya buroyên jinan ên partiyê hatin nirxandin.

Endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya buroya Reqayê Întîsar Dawud rêzikanameya meclisê xwend, beşdaran li ser bendên wê nêrînên xwe parve kirin. Rêzikname piştî hin guhertinan ji aliyê delegeyan ve hate pejirandin.

Piştre beşdarên kongreyê li ser encam û pêşniyarên jêrîn li hev kirin:

-Rawestandina şer, pêkanîna aştiyeke domdar li Sûriyê, berdana hemû girtiyên jin, eşkerekirina çarenûsa wan û yên windayî û ji bo vegera koçberan kar were kirin.

- Banga rakirina dosyaya  şehîd Hevrîn Xelef ji dadgehên navneteweyî yên têkildarî re, dadgehkirina kesên ku destê wan di vî sûcî de hene û alîgirên wan li pêş Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, ji ber ku ew yek ji sûcên şer e.

-Pêwîst e jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî pêvajoya siyasî ya li gorî biryara 2245'an a bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî  bibin.

-Sûriye dewleteke demorkatîk xwedî sîstemeke perlamto ya ne navendî be.

-Hemû dagirkeriyên li Sûriyê, bi taybet Tirkiyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û aliyên navneteweyî yên têkildar werin bidawîkirin.

-Li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan têkoşer were kirin.

Piştre, Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji 37 endaman hate hilbijartin. Henan Mihemed wekî berdevka meclisê û alîkara wê hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Henan Mihemed encamname xwend.

Encamname wiha ye:

''Di du salên borî de, Meclisa Jinan kongreya xwe ya damezrîner di nava şert û mercên zehmet û dijwar de li dar dixe ku gelê Sûriyê bi giştî û jinên Sûriyê bi taybet tê re derbas dibin. Di encamên pergalên zordest û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Sûriyê û jinên Sûriyê bi taybet e de ku gefa herî mezin li welat dixwe Sûriya veguherî qada şerê cîhanî, ji ber wê binsaziya wê ya aborî û civak hilweşiya.

Di 9 salên aloziya Sûriyê de, şer di navbera aliyên Sûriyê de rû didin. Ji ber ku rejîma Sûriyê di çareseriya leşkerî de bi israr e û parçebûna opozisyonê û girêdana wê bi ajnîdeyên navdewletî û herêmî rewş aloztir bû û asyonên çareseriyê xetimîn. Ev yek bandor li jinên Sûriyê kir ku hatin koçberkirin, ber belav bûn û li dijî wan her cure tundî hate meşandin û gihaşt asta binpirinên urf û belgeyên navneteweyî.

Jinên li Sûriyê li hemberî van binpêkirinên destgirêdayî neman, lê belê xwe di qadên siyasî, leşkerî û rêveberî de xwe bi rêxistin kirin û ji cîhanê re bûne mînakî. Jinan bo azadiya xwe di nava Hêzên Sûriya Demorkatîk de cih girtin û bi qehremanî li ber xwe da û parastina xak û welatê xwe kir. Jinên li Sûriyê di tunekirina DAIŞ'ê de bingekeke sereke bûn û li dijî dagirkeriya Tirk û hemû komployên ku ewlehiya herêmê dikin armanc bûn mertal, ji ber vê yekê divê em destkeftiyên ku jinan bidest xistine biparêzin."

ANHA


Mijarên Din