Encêla Reşo: Komkujiya gundê Eqîbê sûcekî mezin ê mafên mirovan e

Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Kantona Efrînê Encêla Reşo got "Komkujiya gundê Eqîbê sûcekî mezin ê mafên mirovan e."

Artêşa Tirk a degirker gundê Eqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa li kantona Efrîna dagirkirî topbaran kir û di encama topbaranê de 3 kes ji heman malbatê şehîd bûn û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Şêniyên gundê Eqîbe û xebatkarên Heyva Sor a Kurd piştî ku topbaran sekinî, cenazeyên şehîdan ji bin malên hilweşiyayî derxistin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Kantona Efrîn Encêla Reşo xuya kir ku di topbaranê de malên sivîlan hedef hatin girtin û komkujiyek din li dijî şêniyên Efrînê çêbû û wiha domand: "Di encama wê de malbatek ji koçberên Efrînê ku berê xwe dabûn gundê Şêrawa yên ku ji ber topbarana dewleta Tirk reviyabûn, malbat bi temamî şehîd bûn."

Encêla diyar kir ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker gihîşt ku malan bi ser serê şêniyan de hilweşîne û laşê wan di bin de enqazan de bimîne. Encêla destnîşan kir ku ew wek ekîbên Heyva Sor a Kurd bi erka xwe rabûn û bi lez gihîştin cihê birîndar û şehîdên sivîl û ew ji bin enqazan derxistin.

Encêla di dawiya axaftina xwe got: "Em her tim di rewşa seferberiyê de ne da ku bi awayekî lez bigihîjin cihê topbaranê û birîndaran xelas bikin."

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din