Endamê berê yê ENKS’ê: Wê dîrok wan efû neke

Ehmed Îbrahîm diyar kir ku, dîrok partiyên siyasî yên ku beşdarî însyatîfa KNK‘ê nebin efû nake û got: "Wê biryara gel di derheqê wan de adil be û cihê wan di nava Kurdan de nîne.”

EHMED SEMÎR – MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Berpirsê Ciwanan ê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê (ku 25’ê Mijdara 2018’an bi daxuyaniyekê ji ENKS’ê qut bûyî) Ehmed Îbrahîm giringiya însyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku dixwaze yekîtiya partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêkbîne, nirxand.

Îbrahîm însyatîfa KNK‘ê wekî gaveke baş nirxand û got: "Ev însyatîf di dema xwe de hat, ji ber dem dema hevgirtin û yekîtiya Kurdan e. Divê em li hemberî dijminê xwe bibin yek, ji ber ku em çiqas ji hev belav bibin, dê dijminê me ewqas sûd bigre.”

‘Bila li xwe  vegerin’

Her çendî KNK’ê bang li hemû partiyên Rojava kiri be jî, heta niha hinek partiyên Kurd bersiva banga KNK’ê nekirine. Îbrahîm li ser nêzîkatiyên hin partiyan ku helwesta xwe diyar nekirin wiha got: "Em ji partiyên Kurd yên ku naxwazin nêrîna gelê Kurd bibe yek hêvî dikin ku li xwe vegerin û li gorî baweriya ku gelê Kurd dane wan bin. Ji ber ku em di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibin, dijminên me li her aliyan li ferzendekê digerin ku me ji hev belav bikin. Li ser vê yekê pêwîste bi rihê yekîtî helwesta xwe diyar bikin û ji bo serkeftina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bixebitin."

Îbrahîm gotinên xwe wiha domand: “Partiyên siyasî yên ku beşdarî vê însyatîfê nebin û helwestên xwe diyar nakin, cihê wan li Rojava nîne û dê gelê Kurd hesab ji wan bixwaze."

‘Wê gelê Kurd hesab ji wan bixwaze’

Endamê berê yê ENKS’ê Ehmed teqez kir ku hin partiyên Kurdî hene girêdayî îtîlafê (îtilafa ku niha dibin serweriya Tirkiyê de) ji ber berjewendiyên kesayetî naxwazin yekîtiya Kurdî ava bibe, her wiha ne xwedî biryar û helwestin û naxwazin nêrîna partiyên siyasî bibe yek an jî lêvegereke siyasî Kurdî ava bike. Ehmed got "Cihê van partiyan di nava gelê Kurd de nîne."

Berpirsên Ciwanan ê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Ehmed Îbrahîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Partiyê siyasî yên ku beşdarî însiyatîfa KNK‘ê nebin wê dîrok wan efû neke, wê biryara gelê Kurd derheqê wan de adil be û hesab ji wan bixwaze.”

ANHA


Mijarên Din