Endamê fermandariya HRE’ê: Çalakiyên me wê bidomin

Endamê fermandariya HRE’ê Ciwan Efrîn diyar kir ku Rûsya li Efrînê bi dewleta Tirk re hevdîtinan pêk tîne û li dijî çalakiyên HRE’ê helwestan nîşan dike. Ciwan Efrîn got: “Em ê heya rizgariya Efrînê çalakiyên xwe bidomîn in.”

Piştî dagirkirina Efrînê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) avabûna xwe ragihand. Êdî berxwedana li Efrînê kete qonaxeke nû.

Tekildarî rewşa dawî ya li Efrîn û herêmên din ên di bin  dagirkeriya dewleta Tirkiyê de, endamê fermandariya HRE’ê Ciwan Efrîn ji me re axivî. 

‘Dewleta Tirk nekarî bi tenê Efrînê dagir bike’

Ciwan Efrîn destnîşan kir ku beriya Efrîn bê dagirkirin, gelên herêmê di nav aramî, ewlehî û pirnetewiyetê de dijiyan û got: “Hemû netewan xwe li Efrînê xwe digirtin. Bi hezaran kesên koçber di kampên Efrînê de bicih bibûn. Dewleta Tirk a dagirker bi alikariya hêzên derve êrîşî Efrînê kir û herêm dagir kir. Ji xwe eger hêzên derve bi dewleta Tirk re li ser dagirkirina Efrînê li hev nekiriban, dewleta Tirk nikarîbû bi tena xwe Efrînê dagir bike. Di encama lihevkirinên qirêj de Efrîn hate dagirkirin.

Li dijî vê dagirkeriyê di bin pêşengtiya YPG/YPJ û gelê herêmê de berxwedanek gelek  mezin hat nîşandan.  Gelê herêmê bi darê zorê ji Efrînê hate derxistin. Bi wan şêwazan herêma ku ewlehî têde hebû, hat xerabkirin û Efrîneke cûda hat çêkirin. ”

‘Niha Efrîn di bin desthilatdariya DAIŞ, El-Nûsra û dewleta Tirk de ye’

Ciwan Efrîn armanca damezrandina HRE’ê wiha nirxand: “HRE bi armanca rizgarkirina Efrînê ava bû. Ciwanên Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz ,Marê û Şehbayê ji bo derxistina dewleta Tirk Hêzên Rizgarkirina Efrîn ragihandin. Bê guman ciwanên vê herêmê nikaribûn ku li hemberî kiryarên ku li Efrînê rûdidin bêdeng bimana. Ragihandina HRE’ê ji bo gelê herêmê rûmetek gelek mezin e. Bi komêk biçûk me tevgera xwe ava kir, piştre tevlîbûnek gelek mezin çêbû û li her cihê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, belav bû. Li Efrînê tiştên ku mejî û wijdana mirovan nikare qebûl bike, tên kirin.

Temaşe bikin, niha li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, bi guhertina demografiya herêmê re, qetilkirin, revandin, îşkence, tecawiz û bi her şêwazê şantaj tên kirin. Bi zanebûn xwezaya Efrînê hildiweşînin. Malbatên çeteyan ku ji her cihî kom kiribûn li Efrînê hatine bicihkirin.  Warê jiyana hevbeş niha bûye warê perwerdekirin û bi cih kirina çeteyan.  Di Efrînê de dewleta Tirk tenê mizgeftan ava dike. Hewl dide ku bi karanîna ol dagirkeriya xwe rewa bike. Yên ku niha li Efrînê deshiladarin El-Nûsra, DAIŞ û dewleta Tirk in.”

‘Li ser sinorê Efrînê tenê Tirkmen tên bicîhkirin’

Ciwan Efrîn destnîşan kir ku niha hejmara xelkê li Efrînê bi bicihkirina çeteyên ji Helep, Gûta, Îdlibê re 3 qat zêde bûye û got: “Armanca bicihkirina çeteyan li Efrînê ew e ku herêmê bi temamî ji Kurdan paqij bikin. Di van demên dawî de dewleta Tirk a dagirker bi taybet li xeta ser sînor kesên Tirkmen û yên ku dibejin “em Tirkmenin” bicîh dikin û nahelin ku Kurd û Ereb jî li wir bimînin. Heta komên çete yên Ereb jî, li ser sînor bi cih nakin. Armanca vê kiryarê demografiya wir xirab bikin û Tirkkirinê li herêmê  pêş bixin. Êdî gihaştiye wê astê ku çeteyên li Efrînê hatine bi cîhkirin jî bi dewleta Tirk re nakokiyan jiyan dikin û êdî jê bawer nakin.  Çete dizanin ku wê rojek dewleta Tirk li gor berjewendiyên xwe wan jî bifiroşe.” 

‘Ragihandin sûcên dewleta Tirk ji nedîtî ve tê’

Ciwan Efrîn diyar kir, kiryarên ku li Efrînê tên kirin ji aliyê ragihandina cîhanê ve bi zanebûn nayê dîtin û sedema wê jî wiha ravekir: “Dewleta Tirk naxwaze ku kiryarên wî yên li dijî mirovahiyê eşkere bibin. Her wiha Efrîn perçeyek ji axa Sûriyê ye, lê ragihandina Sûriyê jî kiryarên dewleta Tirk ji nedîtî ve tê. Dema ku navbera rejîma Sûriyê û dewleta Tirk xerab dibe carna li ser ragihandina xwe dibêjin ‘li Efrînê tiştên xerab rû didin.’ Vîn û hêza rejîma Sûriyê ji bo parastina axa Sûriyê nemaye. Şêwazê rejîma Sûriyê ew ê ku ‘hindik be ya min be’ ye. Bi vî awayî axa Sûriyê difiroşe. Ragihandina cîhanê jî ji ber ku li gor siyaseta dewletan û li gor berjewendiyên wan tevdigere, van kiryarên ku li Efrînê rû didin nabînin.”  

‘Gelê Efrînê di rizgarkirina Efrînê de hêza esas e’

Ciwan Efrîn balkişand ser armanca wan ya sereke û got: “Li dijî kiryarên dewleta Tirk hedefa me ya sereke rizgarkirina Efrînê ye. Wê çalakiyên me jî mezintir bibin. Em dixwazin ku ciwanên herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, beşdarî HRE’ê bibin. Em bawerin ku rihê ciwanên wan herêman wê destpêkê Efrînê û herêmên din rizgar bike. Gelê Efrînê di rizgarkirina Efrînê de hêza esas e. Lê bila herkes bi zanibe ku heya rizgarkirina Efrînê û heya ku gelê me careke din vegere ser xaka xwe, wê tekoşîna me berdewam bike.”

Pêyam ji berxwedêrên Şehbayê re…

Ciwan Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de berxwedana gelê Efrînê yê li Şehbayê pîroz kir û wiha axivî: “Me çawa ji bo rizgarkirina Efrînê hêz ava kir, gelê Efrînê jî li Şehêbayê berxwedana xwe dewam dike.  Berxwedana li Şehbayê li ser esasê rizgarkirina Efrînê ye. Em ji gelê xwe yê Şehbayê re dibejin ku bila di baweriya vegera Efrînê de bin. Bê guman gelek zehmetî û zorî tê kişandin. Lê ji bo axekî azad û jiyanake azad çi dibe bila bibe divê mirov li berxwe bide. Zehmetiyên ku gelê Efrînê li Şehbayê dikişîne wê vegere rojên xweş.”

‘Rejîma Sûriyê nikare vîna gel teslîm bigre’

Ciwan Efrîn bal kişand ser ambargoya ku rejîma Sûriyê ev demeke li ser Şehbayê ferz kiriye û wiha pê de çû: “Rejîma Sûriyê ji ber dixwaze gelê Şehba teslîm bigre, di derbaskirina pêdîviyên jiyanî de astengiyan derdixe. Lê gelê berxwedêr ti carî teslîmiyêtê qebûl nake û berxwedana xwe ya li dijî van kiryarên rejîma Sûriyê jî berdewam dike. Divê rejîma Sûriyê jî dest ji van kiryarên qirêj berde. Erka rejîma Sûriyê ew e ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan, şer bike.”

Li Efrînê hevdîtinên veşartî yên Rûsya û dewleta Tirk

Ciwan Efrîn, di derbarê hevdîtinên di navbera Rûsya û dewleta Tirk ên li Efrînê de wiha got: “Rûsya li hember rûdanên li Efrînê çavên xwe digre. Li gor agahiyên ku em girtine ev çend care Rûsya li Ezaz û Şêrawa hevdîtin bi dewleta Tirk re pêk aniye.  Lihevkirinên dewleta Tirk û Rûsyayê di Efrînê de hîn jî berdewam in.  Rûsya li dijî çalakiyên me yên li Efrînê nerazîbûna xwe nîşan dike. Em jî dibejin heya Efrîn rizgar nebe em ê çalakiyên xwe bi dawî nekin. Wê berxwedana me ya li Efrînê heya dawiyê berdewam be.”

(bm)

ANHA 

 


Mijarên Din