Endamê “meclisa” Babê: Istixbarata Tirk li şûna meclisê biryaran digre

Li gorî çavkaniyekî herêmî yê Babê, di 20’ê Tîrmehê de li Babê civînek li dijî rewşa xizmetguzariyê hat lidarxistin. Bijîşk Ehmed Mihemed Elî Abo yek ji endamên meclisa herêmî ya bajarê Babê ya ku dagirkeriya Tirk ava kiriye, ye. Abo eşkere kir ku istixbara Tirkiyê li şûna meclisê biryaran digire û ew biryar li dijî berjewendiyên şêniyan in.

Li gorî çavkaniyekî herêmî yê bajarê Babê, tevgera gelêrî ya bajarê Babê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, êdî derewên dagirkeriya Tirk eşkere dike. Heta gihaşt astekê ku bi awayekî eşkere tê gotin ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, bi navê meclisên herêmî biryaran digirin.

Dagirkeriya Tirk bi zanabûn meclisên herêmî li her bajarekî Sûriyê yên dagir kirine ava kirin. Endamên meclisê ji hêla istixbarata Tirkiyê ve têne diyarkirin. Hindek kesên ku bi eslê xwe Tirk in û ji istixbarata Tirkiyê ne qaşo bi navên şêwirmendan an jî çavdêran têne binavkirin, bi meclisê tehekum dikin. Meclis wek jêdera biryaran li bajêr tê hesibandin bi hinceta ku endamên meclisê ji şêniyên bajêr in.

Rastiya wan meclisan di civîneke gelêrî de ya li hola `Efrah nisif el-dunya` li başûrê bajarê Babê hat lidarxistin, eşkere bû. Civîn di 20`ê Tîrmehê de ji bo şermezarkirina paşketina rewşa xizmetguzarî ya bajêr û redkirina biryarên meclisa herêmî, li dar ket.

Girtina tevahiya dibistan û paymengehên taybet li bajarê Babê û gundewarê wê biryara dawîn a meclisa herêmî bû. Bijîşkê bi navê Ehmed Abo jî beşdarî civîna protestoyî bûbû. Abo di civînê de ji şêniyan re axivî û eşkere kir ku dagirkeriya Tirk bi biryarên meclisa herêmî tehekum dike.

Abo di civînê de ji şêniyan re tekez kir ku  tevî ku endamê meclisê ye lê nizane kijan alî biryara girtina dibistan û paymengehên taybet derxistiye. Abo diyar kir ku ev mijar di civînekê de girêdayî berfirehkirina rêya gundekî li gundewarê Babê hate pêşkêşkirin.

Di civînê de Abo rave kir ku ew li hember vê biryarê matmayî maye û tekez kir ku zêdetirî nîvê endamên meclisa herêmî li dijî biryarê derketin û ew bi fikrek ne mentiqî wesifandin. Abo diyar kir ku gelek biryarên meclise  bi vî awayî têne girtin.

Di civînê de Abo ji şêniyan re tekez kir ku biryarên bi navê meclisê derdikevin ne bi erêkirina endaman in. Abo eşkere kir ku dagirkeriya Tirk biryarên meclisê tehekum dike û got: "Mijar bi awayekî şaş ji gelê Tirk re hatiye veguhestin. Tirk rastiya rewşa me nizanin." Her wiha Abo derketina biryarên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve şermezar kir û got: “Ji ber ku divê meclisa herêmî van biryaran bigire.”

Abo got: “Karê meclisê tenê di girtina biryarên besît de maye, mîna berfirehkirina rêyan an jî sererastkirina toreyên kanalîzasyonê. Mijarên din jî yên mîna girtina navenda şûştina kurçikan û rakirina wê ji nexweşxaneya mezin re, girtina dibistan û paymengehên taybet li ser endamên meclisê têne ferzkirin.”

Abo nerazîbûn nîşanî rêbazên dagirkeriya Tirk da û wiha got: “Rewşa xizmetguzarî pir paş ketiye. Di aliyê tenduristiyê de jî heta niha li bajêr ti bankên xwînê tune ne. Ew jî ji pêwîstiyên herî girîng in. Dema me projeya banka xwînê pêşkêş kir, kesên xwedî biryar ku ji istixbarata Tirk e qaşo wekî çavdêr bi nav dikin, red kir. Ji me re gotin ku dê banka xwînê bi rêya hikumeta Tirkiyê di nexweşxaneya ku ava dikin de vekin. Lê nexweşxane dixebite û banka xwînê tê de tune ye.  Ji ber wê nexweşxaneyên Babê neçar dimînin xwînê ji Ezazê û herêmên din peyda bikin.”

Abo balkişand ser warê tenduristiyê û got: “Gelek kêmasî hene. Mijara banka xwînê mînaka wê ya yekê ye. Pêwîstî bi amûrên tenduristiyê yên ku heta di nexweşxaneyên taybet de jî tune ne, heye. Em girtina navenda şûştina kurçikan û veguhestina wê ji nexweşxaneya mezin a bajêr re şermezar dikin. Tevî ku ez di meclisa herêmî de endam im û bijîşkim jî lê haya min ji vê biryarê tune ye.”

Abo diyar kir ku ew li hember van biryarên ku nakevin xizmeta gelê bajêr matmayî  maye û got: "Gelo çi ji vî bajarî re tê plankirin? Divê li ser vê mijarê were axaftin." Abo di berdewam civînê de behsa beşa taybet kir û tekez kir ku istixbarata Tirk ên ku qaşo bi navê şêwirmend an jî çavdêr têne naskirin tenê ew dikarin biryaran bigirin û li dijî beşa taybet in.

Abo diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji ber ku nikare pêwîstiya bajêr peyda bike, dema ku beşa taybet peyda dike, dijminahiya beşê dike. Bi atsengkirina xebatên beşa taybet, beşa giştî tevî kêmasiyên xwe, ya baştir dimîne. Abo got ev reftar pir ecêbin.

Abo ji beşdarên civînê re tekez kir ku ew li dijî paşguhkirina şêniyên bajêre ku di dema biryaran de bi wan naşêwirin. Abo destnîşan kir ku şêniyên bajarê Babê dikarin xwe bi xwe birêve bibin û hêrsa xwe bi van gotinan rave kir: "Em ne ji paş çêlekan hatine. Em dikarin ji bo bajarê xwe biryarên rast bigirin. Ez  paşguhkirina rola şêniyên bajêr red dikim.”

A ecêb ew e ku gotinên mîna van li ser zimanê endamekî meclisa dagirker derkevin. Gelo Ehmed Abo êdî li rex şêniyên bajarê Babê li dijî saziyên dagirkeriyê rabûye. Yan jî ew xwe ji biryarên dagirkeriyê yên ku dê pirsgirêkan ji meclisê re derxîne mehsûm û tube dike.

Beşdarên civînê xebatên meclisê yên ku nakevin xizmeta berjewendiya bajêr bi fesadiya meclisa herêmî wesifandin. Şêniyan diyar kirin ku ew biryarên meclisê red dikin û tenê ji bo meşandina siyasetên dagirkeriyê ne.

Beriya vê jî şêniyên bajarê Babê li dijî destwerdana dagirkeriya Tirk a di karûbarên bajêr de civiyabûn. Her wiha di nav bajêr de meşên dubarekirî ji bo valakirina bargehên leşkerî yên ku li şûna malên sivîlan hatine avakirin, li dar dikevin.

(şx/bm)

ANHA 


Mijarên Din