Endamê Parlamantoya Lîbyayê:Hikumeta Wîfaqê hate ferizkirin

Endama Parlamantoya Lîbyayê Idrîs El-Mexribî destnîşan kir ku hikumeta Wîfaqê bi darê zorê hat ferzkirin anku bi rêya Kongreyê Sixûyrat, lê heta vê kêliyê jî baweriya parlamantoyê pê neyê û di dawiyê de hikumeteke destûrî û ne qanûnî ye.

Endamê Parlamantoyê Lîbyayê Îdrîs El-Mexribî ji ajansa me re diyar kir ku li gorî destûra Lîbyayê, hikumeta Wîfaqê nerewa ye û heta niha bawerî pê nehatiye, di heman demê de Lîbya xwedî destûrekî demkî ye û hemû saziyên heyî li ser esasê vî destûrî kar dikin.

Idrîs El-Mexribî da zanîn  ku civaka navneteweyî hikumeta Wîfaqê bi darê zorê ferz kir(Kongreyê Sûxeyrat), lê heta vê kêliyê parlamantoyê baweriya xwe pê neaniye û di dawiyê de jî hikumeteke destûrî û ne qanûnî ye.

Endamê Parlamantoya Lîbyayê wiha axaftina xwe berdewam kir:"Kesên civaka nevneteweyî wan tîne û bi zorê wan li ser gelê Lîbyayê ferz dike, li cem me wekî ajanan e, hewldana desteserkirina xêr û bêrên Lîbyayê dikin û çarenûsa gelê Lîbyayê û welat  ji wan re ne girîng e."

Îdrîs El-Mexribî da zanîn ku hikumeta Wîfaqê jidestpêkê ve rewabûna xwe wenda kiriye, di aliyê destûrî nehatiye erêkirin, her wiha ji rûberê Lîbyayê tenê ji sedî 30 werdigire û petrol û hemû zimhêrên li Lîbyayê ne di bin kontrola hikumeta Wîfaqê de ne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din