​​​​​​​Endama Kongreya Star: Divê çarenûsa jinên Efrînê yên hatin revandin were eşkerekirin

Endama Kongreya Star a kantona Efrînê Sûzan Mustafa bang li hemû jinên cîhanê kir ku li dijî dewleta Tirk a dagriker serî hildin. Her wiha ji rêxistinên hiqûqî xwest ku zextê li Tirkiyê bikin da ku rewşa jinên Efrînî yên hatine revandin eşkere bike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina bajarê Efrînê, di 18`ê Adara 2018`an de, binpêkirinên xwe li dijî şêniyên Efrînê dewam dikin.

Herî zêde binpêkirin li dijî jinan pêk tên. Li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê û nexasim li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rêjeya tundiya li dijî jinan û kiryarên wekî yên DAIŞ`ê zêde bûne. Herî dawî di 28`ê Gulana borî de hat eşkerekirin ku komeke jinan di girtîgehên koma Hemzat a girêdayî artêşa Tirk de ku rastî êşkenceyê hatine, heye.

Têkildarî mijarê, nûçegihana me bi endama Kongreya Star a herêma Efrînê Sûzan Mustafa re hevpeyvînek çêkir. Sûzanê behsa binpêkirinên li dijî jinên Efrînê kir û wiha got: "Rewş jinan li Efrînê ji rewşa jinan di dema çeteyên DAIŞ`ê de ne cuda ye. Dewleta Tirk a dagirker heman siyaseta DAIŞ`ê li dijî jinan dimeşîne. Piraniya jinan li Efrînê ji ber zulma Tirkiyê û çeteyên wê berê xwe didin xwekuştinê."

Sûzan diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê di bin navê Îslama radîkal de heman siyasetê dimeşînin û heta niha çarenûsa gelek jinên hatine revandin, ne diyar e.

Endama Kongreya Star wiha axaftina xwe berdewam kir: "Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan pêşketineke mezin ava kir û xwe û civaka xwe bi rêxistin kirin. Lewra di dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, jin bi awayekî hovane hatin hedefgirtin û dor li wan hat tengkirin. Her wiha lixwekirina cilên Îslamê li wan hat ferzkirin û hatin girtin."

Sûzan Mustafa bang li rêxistinên jinan û rêxistinên hiqûqî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku çarenûsa jinên hatine revandin eşkere bike û der barê rewşa jinên li Efrînê û li herêmên dagirkirî de doz bên vekirin.

Endama Kongreya Star a herêma Efrînê Sûzan Mustafa di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wekî rêxistina jinan li Şehbayê ew bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker serî hildin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din