Endamekê Foca Agirkujê ya Til Temirê birîndar bû

Endamekî Foca Agirkujê yê navçeya Til Temirê dema ku agirê li zeviyên çandiniyê yê li gundê Dawidiyê vedimirandin, birîndar bû.

Çavkaniyekî ji gundê Dawidiyê yê navçeya Til Temirê diyar kir ku agir bi zeviyekî ceh ê gund ket û 150 donim şewitand.

Çavkaniyê diyar kir ku dema Foca Agirkujî şewat vedimirand endamekî wê bi navê Abdullah Heto birîndar bû. Abdullah li nexweşxanyên Serêkaniyê tê dermankirin.

Li gorî xebatkarên nexweşxaneyê rewşa Abdullah Heto baş e.

ANHA


Mijarên Din