Endamekî MÎT’a Tirk li Idlibê

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku kesek li bejahiya parêzgeha bakurê Hemayê diyar bûye û got ku ev kes girêdayî MÎT’ê Tirkiyê  ye û bi koma çeteyan Heyet Tehrîr El-Şam re şer dike.

Malperên tevna civakî dengekî qeydkirî belav kir ku kesek bi zimanê tirkî tê de diaxive, der heqê bûyerên bajarokê Kefirnebûdeyê de, li ser şerên ku di navbera rejîma Sûriyê û komên çete de rû dide. 

Çavkaniyan  raber kir ku ev kes bi navê Abdulsemed Daxol tê nasîn. Her wiha girêdayî MÎT’a dewleta Tirk a dagirker e û li kêleka komên çeteyan ku di nav de Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) jî heye, şer dike.Tê zanîn ku Cebhet El-Nusra di lîsteya terorê ya cîhanê de ye.

Li aliyekî din jî çavkaniyan diyar kir ku Abdulsemed Daxol bi hemû rêbazan piştgiriya komên çete dike. Her wiha bi dehan endamên MÎT’ê yên Tirk li wir hene û alîkariyê ji komên çeteyan re pêşkêş dikin da ku li dijî hêzên rejîmê şer bikin.

Çavkaniyeke din jî da zanîn ku dema ku Rûsya radigihîne ku pêngava wê li Idlibê bi hevkariya Tirkiyê tê meşandin, Tirkiyê çek ji çeteyan re şandin da ku li dijî rejîmê şer bikin.

(eh)

ANHA

 

 


Mijarên Din