Endamên “Difa El-Wetenî”li naverasta Helebê ciwanek birîndar kir

Di encama êrîşa endamên Parastina Niştîmanî (Difa El-Wetenî)yên girêdayî rejîmê li naverasta bajarê Helebê de ciwanek bi giranî birîndar bû.

Çavkanî ji nûçegihanê ajansa me ANHA’yê re ragihand ku endamên Parastina Niştîmanî bi çekê êrîşî ciwanekî (20) kir.

Çavkanî îşaret pê kir ku bûyer di şevê berê de li qada Sedelah El-Cabirî ya li naverasta bajarê Helebê pêk hatiye.

Girêdayî bûyerê, beriya êrîşî di navbera 3 endamên Parastina Niştîmanî û wî ciwanî de pevçûnên bi gotinan çêbû. Piştre jî endamekî ji wan çeka rakir û 2 gule avêtin wî. Yek di serî de û ya din jî  di sîngê wî ciwanî de ket. Ciwanê birîndar niha li nexweşxanê tê dermankirin û rewşa xwe giran e.

Di vê çarçoveyê de çavkanî diyar dikin ku bûyer piştî ku wan edaman axaftinên ne baş bi jinên ku li gel wî ciwanî re hatin kirin, derket.

Ev jî ne cara yekemîn e ku weke vê bûyerê li bajarê Helebê ji destdirêjiyên ku ji hêla endamên bi navê Parastina Niştîmanê yên bi dizî û destdirêjiyê li ser mal û milkên  sivîlan navdar in, rû dide.

(fr)

ANHA


Mijarên Din