Endamên kongreya Amerîkayê ji Trump xwest ku cezayan li Tirkiyê ferz bike

Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Amerîkayê bang li serok Donald Trump kir ku cezayan li Tirkiyê ferz bike, ji ber ku Tirkiyê kirîna pergala S-400’an a rûsî didomîne. Ev yek piştî serdana serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji Moskovê re û axaftinên der barê kirîna S-400’an de hat.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Amerîkayê daxuyaniyek da û tê de ji Trump xwest ku li gorî qanûnên Amerîkayê cezayan li Tirkiyê ferz bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiye dikare berjewendiyên xwe bi awayekî baştir pêk bîne bi rêya hevkariya li gel DYA’yê û ne li gel Kremlînê.

Washington dibîne ku heger derfet bide, xetereya moşekên Rûsyayê heye ku tiştên veşartî yên teknîk ên balafirên F-35 yên nû yên Amerîkayê ku Tirkiye jî dixwaze bikire, heye.

Serokê Amerîkayê berê gotibû ji ber kirîna moşekên S-400 ji hêla Enqereyê ve, ew mijara ferzkirina cezayan di dema niha de li ser Tirkiyê lêkolîn nake.

Washington kirîna moşekên S-400 ên rûsî red dike û gef xwar ku wê cezayan li ser Enqereyê ferz bike û ji wê demê û heta niha helwestên serokê Amerîkayê ne diyar in.

Parlamenterên Komarparêz û Demokrat zextê li Trump dikin da ku cezayan li ser Tirkiyê ferz bike, ji ber kirîna Tirkiyê ya moşekên S-400.

Girêdayî heman mijarê, ajansa nûçeyan a Rûsyayê ‘Riya’ li ser zimanê berpirsekî rûsî roja çarşemê got: “Rûsya û Tirkiye derfeta radestkirina balafirên leşkerî yên SU-57 û SU-45 ji bo Tirkiyê, nîqaşan dikin.”

(bx)


Mijarên Din