Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yên navçeyên Minbicê hatin hilbijratin

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya navçeyên Minbicê lidar xist. Meclisa partiyê yên navçeyên Farat û Muhtereq hat hilbiartin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi dirûşme "Sûriyeya demokratîk, ne navendî, bicihkirina Rêveberiya Xweser û xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk" kongreya hilbijartina meclisa partiyê ya navçeyên Farat û  Muhtereq lidar xist.

Kongre li qada dibistana Muhtereq a li gundewarê başûrê bajarê Minbicê hate lidarxistin. Cihê kongrê bi wêneyên şehîdên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat xemilandin û pankartên bi nivîsên "Na ji tundiyê re, na ji olparêz û ji neteweperest re", "Rêveberiya Xweser çareseriya tevahiya dozan e", "Raguhestiya aştiyane ya desthilatdariyê çareseriya aloziya Sûriyê ye" û "Rêya gel rêya azadiyê ye" hatin daliqandin.  Bi sedan şêniyên gundewarên rojava û başûrê Minbicê yên ku li gund û bajarokê xeta navçeya Muhtereq û xeta navçeya Farat, rûpsiyên êlên herêmê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê tev li kongreyê bûn.

Kongrê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama partiyê Nêrmîn Muslim perspektîvên giştî yên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê xwendin. Nêrmîn rewşa herêmê û bandorên wê li ser aliyên aborî, siyasî, leşkerî û bazirganî şîrove kirin.

Nêrmîn bal kişand ser ku di vê pêvajoyê de divê gelê herêmê dîroka xwe ya nûjen binivîse.

Ji aliyê xwe ve seroka Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Ezab El-Ebûd bi navê partiyê axivî û bûyerên li herêmê rû didin bi bîr xistin. Her wiha diyar ki ku di nav tevgerên li Rojhilata Navîn rû dan de, aloziya Sûriyê bandor li raya giştî û cîhanî kir û li ser gelê Sûriyê dijwar bû.

Ezab destnîşan kir ku dewletan gelê Sûriyê wek amûrek bi kar anî û wiha domand: "Lê hêzên civakî û siyasî yên demokratîk ên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê nehiştin şerê navxweî li herêmê çêbibe, rêgezên biratiya gelan û jiyana hevpar di navbera pêkhateyan û olan di navbera pêkhateyan de belav kir. Hêzên terorîst û tundrew mîna çeteyên DAIŞ`ê tune kirin û ewlekarî li herêmê serwer kirin.  "

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îmad El-Musa makenîzmeya hilbijartinê vegot. Piştre deriyê bernamzetiyê ji bo hilbijratina serok, cîgir û endamên meclisa navçeyê hate vekirin. Her wiha encamên dengdayînê hatin eşkere kirin. 13 kes wek endamên meclisa navçeyên Muhteriq û Farat hatin hilbijaritin, di nav de Henan El-Berho wek seroka meclisê û Ehmed Salih wek cîgir.

Seroka meclisê ya ku hatiye hilbijratin Henan El-Berho axivî, spasiya tevahiya endamên kongreyê kir ji ber ku baweriya xwe pê anîn. Her wiha soz da ku bi dilsozî kar bike û rêya şehîdan bişopîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din