Endamên TEV-DEM: Li hemberî sucdaran berxwedana me wê dewam bike

Endamên TEV-DEM`ê diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe li hemberî sûcdar û dijminan dewam bikin.

Di 22`ê vê mehê de, Hevseroka Meclisa Bajarokê Deşîşa Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr yê girêdayî bajarê Hesekê ji aliyê DAIŞ`ê ve hatin revandin û piştre hatin qetilkirin.

Têkildarî mijarê endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) axivîn:

Meryem Ibrahîm da zanîn ku ew wekî jin sûcê ku derheqê 2 jinên navçeya Deşîşê ya girêdayî bajarê Hesekê pêk hatiye şermezar dikin û got: "Wê tu kiryar astengiyê nexe rêya me ya ku me ji xwe re hilbijartiye."

Meryem diyar kir ku ew ê bibin yek dest, tu terror û tundî nikare rê li ber vîna wan bigire û wiha domand: "Em qebûl nakin ku sûc li dijî jinekê bê kirin."

Meryem sersaxî ji dayika her du şehîdên jin re xwest.

Meryem diyar kir ku ew ê li hember kiriyarên dermirovî li ser piyan bin û anî ziman ku ew ê li hemberî qirkirin, destdirêjî û tundiyê bêdeng nebin.

Meryem daxuyand ku armanca wan sûcdaran ew e ku vîna jina azad bişkînin û bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji rêya azadiyê venegerin û li pey hêza xwe bimînin.

 Efra Hisên destnîşan kir ku sûcê ku li ser 2 jinên bajarê Hesekê hat kirin ji aliyê mirovahiyê ve nayê qebûlkirin û wê li hemberî van sûcan berxwedana wan heta dawiyê wê dewam bike û got: "Ji bo têkbirina DAIŞ`ê, em bi hêza xwe li hemberî van kiryaran rawestin."

Efra diyar kir ew ê li hember sûcên DAIŞ`ê radest nebin û bang li hemû ji jinan kir ku têkoşîna xwe ranewestînin û di rêya şoreşa xwe ya jina azad de dewam bikin.

Leyla Hisên jî diyar kir ku dijmin dixwaze bi van kiryarên xwe vîna jinên Rojavayê Kurdistanê bişkîne û wiha domand: "Di rêya pêkanîna sûcan li dijî jinan dixwazin vîna gel hedef bigirin."

Leyla bilêv kir ku beriya niha bêhtir li ser jinên Kurd kiriyar dihatin kirin, lê di vê demê de li ser jinên ji pêkhateyên Ereb jî heman kiryar pêk tên û ev nirxand kir: "Armanca wan ku ku tevlîheviyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxin, lê ew nagihêjin armanca xwe. Ji ber ku şoreşa Rojava her kes li ser fikrê biratiya gelan hişyar kiriye."

ANHA


Mijarên Din