Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger: Em li dijî dagirkeriyê ne

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên pêkhateya Ereb a navçeya Til Hemîsê diyar kirin ku parastina welêt û xurtkirina pergala parastinê ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yanî Hêzên Sûriya Demokratîk ji erkên wan ên bingehîn e.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê vîna ciwanan û mafên wan ji bo rizgarkirina axa ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine rave dike. Tevî pêşengiya berxwedanê li dijî dagirkerî, pêkanîna armancê wan di azadiyê de, vegera koçberan ji warên wan re, rizgarkirina axa Sûriyê û serxwebûna wê ye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hewl dide çîna ciwanan li ser bingeha şoreşê, parastina welêt û xurtkirina pergala parastinê perwerde bike.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê navçeya Til Hemîsê Mihemed Raxib El-Necris rola ciwanan destnîşan kir û got: "Em armanc dikin bi rêya nîqaşan çîna ciwanan perwerde bikin. Da ku wan teşwîqî parastina axê li hember tevahiya êrişên derve bikin."

El-Mecris destnîşan kir ku parastina ax mafek rewa ye. Hêzên Sûriya Demokratîk di eniyên şer ên pêşîn de nûnertiya vê mafê dikin û got: "Em çîna ciwanan teşwîq dikin ku tev li Hêzên Sûriya Demokratîk bibin. Da ku axa welêt û gel biparêzin. Ev mafê me yê rewa ye."

‘DIVÊ BI TEVAHIYA RÊBAZÊN HEYÎ DESTEKA HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK BÊ KIRIN’

Hazim Mislih El-Keran banga pêwîstiya xurtkirina pergala leşkerî, tevlobşma çîna ciwanan nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk û bi tevahiya rêbazan piştgiriya hêzê bikin.

El-Keran destnîşan  kir ku wek ciwan jê wan tê xwestin axa welêt biparêzpn û got: "Divê em axa xwe ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin. Bi baweriya xwe em ê êrişên wan bişkînin."

Ciwanê bi navê Ehmed El-Hisên teqez kir ku ji erkên wan e moralên ciwanan bilind bikin, desteka şoreşgeran di eniyên şer de bikin. Ciwan got: “Bi taybet artêşa Tirk a dagirker tevahiya terorîst cîhanê kom kirin û berdan herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê. Em ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in."

Endama rêveber a tevgerê ya navçeya Til Hemîsê Wacid Mihemed El-Kenas  got: "Weke jina ciwan a navçeta Til Hemîsê ji me tê xwest jinê pêş bixin. Teşwîqî tevlibûna nav YPJ`ê bikin ji bo ku axê biparêzin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din