​​​​​​​‘Enfalkar hîna jî mane û dixwazin armancên xwe dubare bikin’

Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê bi bîr anî û diyar kir ku êrişa ser Şengalê bi heman armancê bi awayek pratîkî hate kirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê bi boneya 33`yemîn salvegera Komkujiya Enfalê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Komîteyê di daxuyaniya xwe de behsa zilma rejîma Baasê û sûcên mezin ên hatîn kirin, kir.

Di daxuyaniyê de ev ev tişt hatin gotin; “Gelê Kurd ji mafê xwe yê mirinê ya li ser xak û nîştimaniya xwe jî bê par hatiye hiştin. Ji bo vê divê baş naveroka jenosîdê were têgihiştin. Ji ber ku ji sûcên sedeya bîstem dijwartirin û trajediyek mezin bi xwere tîne. Hinek aliyên siyasî û kesayet bi navê siyasî ji Enfalê tênagihin, yan jî xwe ji vê berpirsyartiyê didizin. Em dizanin ev derfet, statû, parlamento û hikumet bi xwîn û canê Enfaliyan çêbûye. Lê mixabin niha gelek sûc û enfal dibin sîbera hinek partiyên siyasî de tê kirin.

Divê gelê Kurd û hemû mirovahî bizane di sedsala 21’an de jî dijminên mirovahiyê, bi taybet dewleta faşîst ya Erdogan, heman kar li hemberî gelê ku bi hezaran sale li ser vê ernîdariyê jiyan dike, pêk tîne. Ji bo vê em dibêjin, enfalker niha jî mane û dixwazin armancên xwe dubare bikin.

Êrişa herî zelal û eşkere, êrişa ser Şengalê bû, ev êriş bi heman armancê bi awayek pratîkî hat kirin. Armanc yeke, tenê navê kesên vî karî dikin hatiye guhertin. Em ê ji bo ku malbatên Enfaliyan bigihin mafê xwe yê rewa, hemû hewldanên xwe bixin meriyetê.”

(cx)


Mijarên Din