Eniyeke bingehîn a têkoşîna li hember êrişên dagirkeriyê; Huner

Bi awaz û stranên xwe yên nîştimanî û şoreşgerî û bi şanoyên xwe, li rex eniyên leşkerî eniyeke hunerî ya bingehîn li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ava kir. Hunermendên Rojava hunera xwe wek çekeke bingehîn dibînin ku bi rêya wê li hember êrişên dagirkeriya disekinin û piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe.

Muzîk di dîrokê de her tim bi şer ve girêdayî bû, dengên teqînan bi awaz û stranên nîştimanî û şoreşgerî guhertin. Muzîkê gel bi coştir kir da ku tev li şerê gel ê şoreşgerî bibe û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bike. Ji ber wê huner, ji eniyên herî bi hêz e ku destekê dide berxwedana gel a li hember êrişên qirkirinê.

Li Kurdistanê destan û çîrokên dîrokî bi rêya stranan derbasî nifşan bûn. Ev stran bi rêya awaz û peyvên xwe ev çîrok parastin. Îro jî ev çanda têkoşer di berxwedana Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li hember êrişên dagirkeriya Tirk kok dide.

Êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên rojane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedaneke bêhempa ji aliyê gel û hêzên wê ve tên bersivandin. Her endamek civakê, bû şervan da ku destkeftî û axa xwe biparêze. Nexasim hunermendan ku bingeha piştgiriya vî şerî bûn û bi rêya stran û awazên xwe eniyeke hunerî ava kir ku piştgiriya eniyên leşkerî dike.

BILINDKIRINA MORALÊ ŞÊNIYAN Û ŞERVANAN LI ENIYÊN ŞER

Têkildarî mijarê hevseroka Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeye Mihemed got: “Pêwîst bike, em amade ne li rex gel û hêzên xwe yên leşkerî çekê rakin û li hember êrişan bisekinin.”

Sumeye Mihemed îşaret bi rola pêşeng a jinan di parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê de kir û got: “Bi destpêkirina şoreşê re, jinan li ser bingeha têkoşînekê ku Tevgera Azadiya Kurdistanê berê jê re ava kiriye roleke pêşeng lîst.”

LI SER BERXWEDANA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ STRAN ÇÊKIRIN

Der barê amadekariyên hunermandên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeye Mihemed got: “Jinên hunermend ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cîhanê bi giştî bandor kir. Niha karê xwe di çarçoveya rewşa awarte û amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî de didomîne.”

Sumeye Mihemed kar û xebatên tevgerê di çarçoveya rewşa heyî de eşkere kirin û got: “Niha amadekarî li ser çêkirina stranên şoreşgerî hene ji bo piştgiriya gel û hêzên leşkerî bikin. Gelek stran li ser berxwedan, şoreş û kultura jinan e tên amadekirin. Li aliyekî din em hewl didin ku bi rêya çalakiyên hunerî yên cuda mîna  pêşangehên wêneyan dengê vê berxwedanê ragihînin.”

Ji destpêka şoreşê ve, hunermendên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya berxwedana gel û hêzên leşkerî yên herêmê, gelek stranên şoreşgerî û nîştimanî derxistin jê; Rojava der ya şervan, Lêxin şêrê me lêxin, Wa hatin hatin, Bijî bijî YPG, Kevjalê kaniyê, Dahola Şer, Merşa YPJ, Zeriya ciwan, Şoreşê Efrînê, Şoreş û serhildan e, Ez Namir im.

LI SER DIKÊ RAGIHANDINA BERXWEDANA DESTANÎ

Hevserokê Komîna Şanoyê ya herêma Cizîrê Kawa Fetah jî îşaret bi girîngiya şanoyê û rola wê ji bo civakan kir ku deng û peyama wan ragihîne, destanên wan ên leheng bi rêya çîrokan binivîse û wiha domand: “Şano bingeha hunera resen e. Ji ber wê peyama ku dide yan jî şano pêşkêş dike xwedî bandoreke çalak li ser civakê ye, deriyê ragihandina destan û çîrokên gelê herêmê ye ku rûbirûyî gef û êrişan e.”

Fetah destnîşan kir ku gelê herêmê moral û hêviyên xwe ji vê hunerê digire û wiha pê de çû: “Niha em hewl didin armancên vê hunerê pêk bînin, xizmeta gel û şoreşê bikin di vê pêvajoyê de. Ev hewldan gavek ji gavên biserxistina şoreşê ye. Beşek ji xeta berxwedana hunerî û çandî li dijî êrişan e. Ev pênaseya rast a hunerê ye. Em xebat û têkoşîna xwe bi serbilindî berdewam bikin da ku layîqî şoreş û têkoşîna gelê xwe bin.”

STRANÊN ME ÇEKA ME YE

Hunermend Elî Mensûr balkişand ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê kir û got: “Dewleta Tirk li ser bingeha qirkirina gelên berxwedêr ava bû. Heta îro vê rêgezê didomîne. Lê li hember wê, xeta berxwedanê ya redkerê siyasetên qirkirinê heye. Berxwedana gel û hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji vê berxwedanê ye.”

Der barê rêbazên piştgiriya hunermendan ji gel û hêzên xwe yên leşkerî re, Elî Mensûr got: “Piştgirî bi rêya stranên şoreşgerî dibe ku hunermend ji bo destekê bide berxwedanê pêşkêş dike. Dengê hunermend jî beşek ji berxwedana li hember êrişan e. Ji ber wê deng û awazên me ji bo sekan li hember wan êrişan, çekek e. Heke bê xwestin, em amade ne çek rakin û li rex hêzên xwe yên leşkerî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.”

HEVGIRTINA HUNERMEND Û ŞERVANAN DÊ SERKEFTINÊ PÊK BÎNE

Hunermend Mistefa Omer jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina kurdan ji aliyên hunerî, bedenî û dîrokî ve van êrişan pêk tîne.

Mistefa Omer got: “Divê her yek di vê civakê de, bi pîşeya xwe li hember êrişan bisekine û tê bikoşe. Nivîskar bi pênûsa xwe û hunermend bi hunera xwe. Erkê hunermend li hember gel mezin e. Divê bi deng û stranên xwe li rex wî bisekine û piştgiriya wî bike. Bi vê yek dê serkeftin pêk were û mafên xwe yên bindest bi dest bixin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din