ENKS amûra pêkanîna planên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Îro jî çawa ku beriya salek û nîvî MÎT a Tirk ENKS ji bo dagirkirina Efrînê bi kar anî, niha jî ji bo tevlîhevkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Li aliyekî din hewl dide bi destekdana şaneyên veşartî yên ser bi dewleta Tirk, ewlehî û aramiya herêmê derbe bike.

Istîxbarata Tirkiyê (Milli İstihbarat Teşkilatı) di nava tevgerê de ye da ku "Hikûmeta Rojhilatê Firatê" mîna "Meclisa Herêmî ya Efrînê" ava bike.  Beriya ku dagirkeriya Tirk Efrînê dagir bike, li Tirkiyê civînek di navbera MÎT’ê  û nûnerên “Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê” (ENKS) de pêk hatibû. Di encamê de "Meclisa Herêmî ya Efrînê" hat avakirin.

Endamên "Meclisa Herêmî ya Efrînê" di wê demê de ji gelek kesayetên ENKS‘ê mîna Ebdulhekîm Beşar, Kamîran Haco û Azad Oso pêk dihat. Piştî ku di 18’ê Adara 2018’an Efrîn ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hat dagirkirin, mecilsa behsa mijarê veguherî "Meclisa Rizgarkirina Efrînê" û rola ENKS‘ê hat paşguhkirin.

Çavkaniyekî tabyet ji ajansa me re diyar ki ku kesekê bi navê Munzur El-Selal, ku serokê "Komîteya jinûve avakirina ewlehiyê li parêzgeha Helebê" ye di dawiya meha Hezîrana derbasbûyî de belgeyek ji serokê Buroya Têkiliyên Derve ya ENKS‘ê wergirtiye. Belge mekanîzmeya avakirina "Hikûmeta Rojhilatê Firatê" şîrove dike. Her wiha ji gelek pêşniyaran pêk tê, jê; destekdayîna bi şaneyên veşartî yên ser bi çeteyên Tirkiyê li herêmên ku QSD‘ê di demên dawî de ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirine da ku ewlehiya herêmê xirab bikin.

Komîteya bi navê "Jinûve avakirinê" di dawiya sala 2015‘an de wekî komîteyeke serbixwe hatiye avakirin, lê têkiliyên wê bi dewleta Tirk û "Hikûmeta demkî ya Sûriyê" re heye. Komîteya avahiya wê li bajarê Ezazê ye, desteka xwe ji gelek rêxistinên cîhanê digire.

Munzur El-Selal 30‘ê Tîrmeha 2018‘an ji rojnameya Ahval a Tirkiyê re têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re eşerke kirin û got: "Em bi Tirkiyê re di nava têkiliyên xurt de ne. Ji ber ku hikûmeta Tirk di herêmê de çalak e û xizmetê pêşkêş dike. Derbarê deriyê sînor jî de em alîkariyê ji hikûmeta Tirkiyê digirin. Ti pirsgirêkên me bi hikûmeta Tirkiyê re tinene. Ji ber ku em rêxistineke serbixwe ne. Ew li beramberî karê me rêzdar in û me wekî beşek ji opozisyona Sûriyê dibînin."

 El-Selal her wiha destnîşan kir ku komîteya wî ya "Jinûve avakirina ewlehiyê" ji 7 meclisên herêma Efrînê ava kirin, yên ji aliyê dewleta Tirk ve piştî dagirkeriya Efrînê hatine damezirandin.

Li gorî Belgeya ku El-Selal radestî Haco kiriye endamên "Hikûmeta rojhilatê Firatê" ji şêniyên bajarên Bab, Cerablus, Efrîn û Minbicê pêk tên.

Li gorî heman çavkanî derdora 200 kes ku piraniya wan ji şêniyên bajarên Bab, Cerablus, Efrîn û Minbicê ne li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê têne perwerdekirin da ku di "Hikûmetê" de werin erekdarkirin.

Hikûmeta behsa mijarê ji 3 koman pêk tê, koma yekem li Cerablusê, ya duyemîn li Minbicê û ya sêyemîn jê dê xebatê rêveberiyê li Tirkiyê pêk bînin.

Li gorî çavkanî El-Selal raporeke berfireh têkildarî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Efrînê, bakur û rojhilatê Helebê, Minbic, rojhilatê Firatê, Hesekê û Dêrazorê pêşkêşî Haco kiriye. Di raporê de teqezî li ser girîngiya aktîvkirin û destekdayîna madî ya bi şaneyên girêdayî çeteyên Tirkiyê re tê kirin.

Di mehên dawî de li herêmên Hesekê, Dêraozêr, Tebqa û Minbicê rêzeteqîn pêk hatin. Di encamê de bi dehan kes bûne qurbanî.

Eşîrên Ereb li dijî Rêveberiya Xweser sor dikin

Heman çavkanî diyar kir ku MÎT‘ê bi rêya El-Selal û rêxistina wî û ENKS‘ê şaneyên veşartî yên çeteyên ser bi Tirkiyê li herêmê xwedî dikin, bi taybet çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" da ku çalakiyên derbekirina ewlehiyê herêmê ji bajarê Ezazê û bakurê Helebê, Minbic, Tebeqa, Reqa, Dêrazorê pêk bînin. Li aliyekî din jî eşîrên Erebî yên ku xizmên wan di nava çeteyan dene li dijî Rêveberiya Xweser  sor dikin.

Çeteyên koma navê "Ehrar El-Şerqiya" li xwe dikin, girêdayî dagirkeriya Tirk, piraniya endamên wê ji Reqa û Dêrazorê ne û ji aliyê Tirkiyê ve piştî dagirkirina bajarê Cerablusê di 24‘ê Tebaxa 2016‘an de bi rêya şanoyeke di navberê wê û çeteyên DAIŞ‘ê de hatin leşkerkirin. Piraniya fermandarên Ehrar El-Şerqiyê berê di nava Cebhet El-Nusra de bûn û ji komên ku beşdarî êrîş û dagirkirina Efrînê bûn. Her wiha bi talankirin, dizî û revandina welatiyan tên naskirin.

Li gorî agahiyên ku ketin destê me, hemû alîkariyê ku "Komîteya jinûve avakirina ewlehiyê" werdigirin ji şaneyên veşartî yên Tirkiyê re diçin da ku ewlehî û aramiya herêmê xirab bikin.

Çavkaniyekê pê bawer  teqez kir ku derdora 14 hezar çeteyên girêdayî Tirkiyê li nêzî sînorê Tirkiyê – Sûriyê hene û ji aliyê MÎT‘ê ve hatine amadekirin da ku destekê bidin Tirkiyê heger êrîşî herêmê bike.

“Encumena Niştimanî a Kurd li Sûriyê” (ENKS) bi hevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirkiyê armanc dike ku desthildariya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werbigire. Di civîna MÎT û Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê û ENKS‘ê  de ya di 27‘ê Hezîrana borî pêk hatibû de biryara teşhîrkirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wekî terorst û radestkirina rêveberiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bo ENKS‘ê hatibû standin.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din