‘ENKS ne cidî ye, hîn jî bi Îtilafa Sûriyê re ye’

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê ya dagirkirî Mihemed Naso got: “Gelek nîqaş û diyalog ji bo pêkanîna yekîtiya netewî di navbera partiyên Kurd de têne kirin. Lê ev gav dereng mane. ENKS ne cidî ye. Hîna bi Îtîlafa Sûriyê, ya ku li dijî Kurdan û destkeftiyên Rojava şer dikin, re ye.”

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê ya dagirkirî Mihemed Naso hişyarî da û got: “Eger yekîtî pêk neyê, tê wateya ku dê Kurd di bin dagirkeriyê de bimînin. Di vê qonaxê de pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Eer em nebin yek, mîna serdemên borî em ê dîsa di bin zilma dagirkeran de bimînin.”

Naso destnîşan kir ku gelek nîqaş û diyalog ji bo pêkanîna yekîtiyê di navbera partiyên Kurd de têne kirin û wiha pêde çû: “Lê ev gav dereng mane. ENKS di vê gavê de ne cidî ye. Hîna bi Îtîlafa Sûriyê, ya ku li dijî Kurdan û destkeftiyên Rojava şer dike, re ye.”

Naso wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Pêwîste berjewendiya gel di ser yên partiyetî û yên kesayetî de bin. Ji bo pêkanîna armancan, azadî û jiyana bi rûmet divê em bibin yek û ji berjewendiyên kesayetî û partiyatî dûr bikevin. A girîng berjewendiya gel e. Dijmin partiyan ji hev cuda nake. Bi xwe dijminê gelê Kurd e. Rojekî dê herkes berdêla şaştiyên xwe bide."

‘BIDAWÎKIRINA TECÎRDÊ JI BO YEKÎTIYÊ ŞERTEK BINGEHÎN E’

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê ya dagirkirî Mihemed Naso banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Bidawîkirina tecrîdê ji bo pêkhatina yekîtiyê şertekî bingehîn e. Dema Rêber Abdullah Ocalan vê dawiyê bi malbata xwe re axivî, bi awayekî cidî banga yekîtiyê kir û destnîşan kir ku yekitî rêya azadî û rizgarkirina tevahiya herêmên Kurdisatnê ye."

Naso hewldanên Rêber Abdullah Ocalan ên domdar ji bo pêkanîna yekîtiya Kurd bibîr xistin û got: " Rêber Abdullah Ocalan ji mêj ve banga yekîtiyê dike. Her wiha behsa girîngiya wê dike. Li ser vê bingehê em dibînin ku pêwîste bi lez tecrîd bi dawî bibe da ku yekitî pêk were." 

‘DIVÊ HÊZÊN CÎHANÎ FIŞARÊ LI TIRKIYÊ BIKIN JI BO KU TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN’

Naso guman bi cidîbûna însiyatîfên navdewletî ji bo yekîtiya Kurd kir û got: "Aliyên navdewletî hewl didin aliyên Kurd nêzî hev bikin. Lê em dibînin ku ger em perspektîvên Rêbertî pêk bînin dê yekitî pêk were. Hemû vê yekê dizanin. Wê demê çima ew dewlet fişarê li Tirkiyê nakin ji bo ku tecrîdê bi dawî bike? Ger bi rastî dixwazin yekîtî pêk were, meyê encama hewldanên wan li ser erdê bidîta. Rêbertî banga yekîtî, demokrasî û mirovahiyê dike. Divê hevdîtin bi Serok Apo re pêk werin. Gel bi Serok ve girêdayî ye û bi hêvî ne nêrîn û perspetkîvên wî guhdar bikin. Gel gihaştiye wê qanatê ku fikrê Serok kilîta çareseriya tevahiya aloziyan e. Ruxmî ku zêdetirî 20 salan di girtîgehê de ye lê hîna ji bo gelê xwe tê dikoşe."

‘DIVÊ HERKES BEŞDARÎ DIYALOGÊN YEKÎTIYÊ BIBE’

Naso di dawiyê de destnîşan kir: "Lihevkirina du partiyan têrê nake. Divê yekîtî li tavahiya Kurdistanê pêk were.”

(şx)

ANHA 


Mijarên Din