Enwer Muslim: Bi saya hevgirtinê em ê komployên li dijî vîna gelan têk bibin

Enwer Mislim diyar kir ku dewleta Tirk ewlehî û aramiya herêmê dike armanc û êrişî projeyên demokratîk ên gelan dike, lê bi saya hevgirtina pêkhateyan û biratiya gelan ew ê li dijî êriş û komployên li dijî vîna gelan bisekinin.

Bi boneya salvegera 17`mîn a damezrandina Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) û bi dirûmşa"Bi yekitiya demokratîk em ê dawî li dagirkeriyê bînin û Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokrat ava bikin" partiyê li bexçeyê Dreamland ê bajarê Qamişloyê civînek li dar xist.

Bi dehan endamên PYD’ê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

Di  civînê de hevserokê PYD`ê Enwer Muslim axivî û îşaret bi dîroka damezrandina PYD’ê kir û wiha axaftina xwe domand: "Partiya Yekitiya Demokrat ji dema damezrandina xwe de ku di 20`ê Îlona 2003`yan de heta roja îro ji bo azadî û demokrasiyê tê dikoşe, berpirsyariya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan girtiye ser xwe, partiyê gelek qonaxên ku tê de zor û zehmetî dîtin derbas kirin û ji bo rêgezên xwe tawîz neda."

Enwer Muslim da zanîn ku ji bo parastina rêgez û nirxên partiyê bi dehan endamên partiyê canê xwe feda kir.

Muslim bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryê û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk ewlehî û aramiya herêmê dike armanc û êrişî projeyên demokratîk ên gelan dike, lê belê bi saya biratiyê û hevgirtina pêkhateyan em ê li dijî komployên vîna gelan dikin armanc, bisekinin."

Enwer Muslim di dawiyê de bang li pêkhateyên herêmê kir ku yekitiya xwe ava bikin û parastina destkeftiyên bi saya hezaran şehîd hatine bidestxistin, bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din