Enwer Muslim: Nejadperestî bûye pirsgirêka sereke

Di civîna ku li bajarê Rimêlanê hatî lidarxistin de Hevserokê PYD‘ê bal kişand ser girîngiya avakirina yekitiya netewî ya ku rê li ber komployên derve bigire û got: "Li tevahî cîhanê pirsgirêka nejadperestiyê û tunebûna demokrasiyê heye."

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi mijara rewşa siyasî û aborî li Sûriyê civîneke li navenda Sendîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo li dar xist. Bi sedan şênî beşdarî civînên bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê PYD‘ê Enwer Muslim axivî, behsa rewşa siyasî, aborî li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet kir.

Muslim anî ziman ku armanca PYD‘ê afirandina demokrasiya rasteqîn di navbera pêkhate û beşên civakî de û got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kirin ku dikarin sîstemeke demokratîk bi rêya projeya Rêveberiya Xweser pêk bînin, ku jin û zilman wekî hev bin û rola hemû pêkate û ferdan di xizmet û rêveberiya civak û şororeşê de hebe."

Muslim destnîşan kir ku hin sîstem û hêzên navdewletî di serî de hikûmeta Tirk hewl didin derbeyê li destkeftiyên gelên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya wê ya xweser bixin.

Enwer Muslim got, pirsgirêka sereke ya ku sîstemên cîhanê yên kapîtalîst, newperest û olperest li pêşberî wê rû bi rû mane, tunebûna demokrasiyê ye û wiha domand: "Gel êdî ji van sîstemên ku nejadperestî û şerên navxweyî diafirînin nefretê dike. Îro em dibînin ku gotin û pêşdîtinên Rêber Abdulalh Ocalan bi cih tê, dema gotibû, dozên sereke yên ku em ji ber azaran dikişînin tunebûna demokrasiyê ye, ji ber tunebûna demokrasiyê li Rojhilata Navîn ji aliyê netewdewlet ve têne herêm wêran bû."

Muslim bi domdarî got: "Doza tunebûna demokrasiyê dozeke cîhanî ye. Mînakên wê bûyerên niha li Amerîkayê rû didin, sûca qetilkirina ciwanê Kurd li Enqere yê ku stranên Kurdî guhdar dikir. Ji ber vê yekê pêkanîna demokrasî û wekheviya di navbera pêkhateyan de çareseriya pirsgirkên li cîhanê û Rojhilata Navîn e."

Enwer Muslim di berdewama axaftina xwe de îşaret bi diyaloga Kurdî-Kurdî kir û got: "Gelek komplo hene ku pêşeroja gelê Kurd dikeve hedef. Gelek alî hene fitineyê di navbera partî û hêzên Kurdî de germ dikin. Bi taybet hikûmeta Tirk her tin hewl dide destkeftiyan gelê Kurd derbe bike. Wekî PYD‘ê em hewl didin bi hemû rêbazan yekitiya Kurdî pêk bînin, me bersiva hemû îsyatîfan ên di vî derbarê de dan. Di demên dawî de ji bo avakirina yekitiya Kurdî  lihevkirina li ser xalên sereke çêbûn. Niha em derbasî pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurd-Kurdî bûn. Di vê pêvajoyê de em bi hemû hêza xwe kar bikin da ku helwest û nêrîna Kurdî bibe yek. Armanca me ji vê yekê gelê xwe biparêzin û planên li dijî gel tê kirin têk biçin."

Hevseraokê PYD‘ê Enwer Muslim di dawiya axaftina xwe de behsa rewşa aborî kir û got, PYD‘ê bi Rêveberiya Xweser re di nava têkiliyan de ye û rêbazên sivikkirina barê li ser gelê di warê aborî de dikin. Muslim got: "Gelek rêbaz derbarê vê yekê de hene, pêxşistina çandinî, piştevaniya madeyên sereke û projeyên biçûk, da ku rê li ber kesybaziya bazirganan were girtin."

Civakî bi pirs û bersivan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din