Enwer Muslim: PYD’ê nêrîna xwe ji bo pêşeroja Sûriyê daye

Enwer Muslim diyar kir ku rejîma Baasê derfet neda Ereban ku çanda gelê Kurd û şaristaniya wê ya bi hezar salan nas bike, her wiha diyar kir ku PYD’ê nêrîna xwe der barê pêşeroja Sûriyê de eşkere kir ku divê rêveberiyên herêmî hebin û ji hêla şêniyên wê ve werin birêvebirin.

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) ji şêniyên navçeya Til Hemîsê re li navenda çandê ya navçeyê civînek berfireh li dar xist, di civînê de hevserokê PYD’ê Enwer Muslim, rûspî, şêxên eşîrên Ereb û şênî amade bûn.

Enwer Muslim di civînê de axivî û got PYD di 2003’yan de hat avakirin, li herêmê ji 17 salan ve guhartin û pêşdeçûnên mezin çêbûne. Tevî wê jî PYD’ê rastiya heyî û hedefên xwe li hember gelên li Sûriyê eşkere kirin.

Muslim piştrast kir ku PYD rastî gelek astengiyan ji hêla rejîma Baasê ve hat, bi sedan endamên wê hatin girtin, ji ber ku daxwaza wekhevî, edalet û demokrasiyê kir.

Enwer Muslim wiha domand: "Rejîma Baasê derfeta neda Ereban ku çanda gelê Kurd û şaristaniya wê ya bi hezar salan nas bike. PYD’ê nêrîna xwe der barê pêşeroja Sûriyê de eşkere kir ku divê rêveberiyên herêmî hebin û ji hêla şêniyên wê ve werin birêvebirin, her wiha paytexta wê Şam a tevahî sûriyan be, ne ya çîn an jî rengekî be."

Muslim da zanîn ku piştî aloziya Sûriyê, PYD’ê nêrîna diyalogê pêşkêş kir û piştrast kir ku ji bilî diyaloga sûrî-sûrî û forma destûra hevbeş a hemû gelê Sûriyê, tu çare tune ye û wiha pê de çû: "Mixabin rejîmê mozaîka Sûriyê nas nekir û pergala leşkerî ji bo çewisandin û şewitandina welat bi kar anî."

Muslim li ser bûyerên dawîn ên li herêma Dêrazorê rû dane jî got: "Tişta di 2004’an de li Qamişloyê pêk hatiye niha li Dêrazorê dûbare dibe. Her wiha hedef ji suîqastkirina rûspî û şêxên eşîran derbekirina pêkhateyan, şerkirina hev û tewanbariya QSD’ê ya ku herêm ji DAIŞ’ê rizgar kiriye. Plana hikumeta Şamê bi saya siyaseta rast û zanabûna şêx û rûspiyên eşîrên Ereb bi bin ket."

(fr)

ANHA


Mijarên Din