Erdogan dest ji çeteyên xwe bernade

HOGIR NECAR

Parêzgeha Idlibê êdî bûye nuqteyek ku hemû komên terorîst ên ji welatên Ewropa û Asayayê lê hatine bicihkirin. Ev kom ji aliyê desthilata AKP‘ê ve derbasî Sûriyeyê hatin kirin ku berjewendî û armancên wê yên vejandina serdema Osmaniyan bi cih bînin, lê diyar e ku Tirkiye di mijara Idlibê de bi hêsanî dev ji çeteyên xwe bernade û wan bi tenê nahêle.

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re AKP‘ê bi destê MÎT‘ê gelek komên çekdar bi navên cuda ava kirin. Her wiha gelek komên terorîst ên ji dewletên Ewropa û Asyayê hewandin û di sînorê xwe re ew derbasî Sûriyeyê kirin, li Sûriyeyê her cure destek da wan û hê jî dide. Ji vê yekê diyar e ku Erdogan Sûriyeyê dagir bike û serdema Osmaniyan zindî bike da ku xwe wek xelîfeyê îslamê îlan bike.

Li aliyekî din jî Erdogan û partiya xwe li gel xwe navendên perwerdekirina çeteyan vekirin. Em dikarin xaka Tirkiyeyê wekî nuqteya destpêkê ya ku êrîşî Sûriyeyê hate kirin, bi nav bikin.  Êrîşên mijdara 2012‘an ên li ser herêma Serêkaniyê ya rojavayê Kurdistanê, derkete holê ku çawa keriyên çeteyên Erdogan ji deriyê sînor ê Tirkiyeyê derbasî Serêkaniyê bûn.

Dewleta Tirk di serî de ev çete li hemberî Kurdên li Sûriyeyê bi kar anîn, lê di heman demê de çeteyên xwe li gelek deveran belav kirin da ku di demên pêwîst de wan bidin şixulandin. Her wiha balafirên xwe ji bo pêşwazîkirina çeteyên biyanî vekirin û ber bi Sûriyeyê ve şandin. Em ji bîr nekin ku di dirêjiya temenê aloziyê de destek da çeteyên Cebhet El-Nusra û komên din ên çete.

Piştî ku hemû hewldanên AKP-Erdogan ên bidestxistina herêmê û astengkirina projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û serkeftinên Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Erdogan dîsa çeteyên xwe yên mayî bi navên cuda li herêmên Sûriyeyê belav kirin, lê vê carê bi navê piştgiriya gelê Sûriyeyê li hemberî rêjîmê.

Erdogan bi mebesta ku wan terorîstên xwe biparêze, bi Rûsya û Îranê re hevbendiyek çêkir û di çarçoveya lihevkirinên xwe de îtîfaqa "Herêmên bêşer" pêk anîn. Li gorî îtîfaqê çeteyên ji herêmên ku li rêjîmê vegerandin li Idlibê kom kirin. Bi vê yekê êdî Idlib bûye bargeheke ku bi deh hezaran terorîstên biyanî hewandine.

Dewleta Tirk ku 7 salan destek dida çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê, di demên dawîn de koma çete ya navborî xist lîsteya terorê, da ku xwe bide xuyakirin ku ew li dijî terorê ye, gumanên desteka xwe dûr bixe.

Çeteyên Fetihul Şam ango Cebhet El-Nusra li gel komên dîtir li parêzgeha Idlibê firehiyeke bi qasî ji sedî 60 kontrol dike. Çeteyên din jî wekî amûr di destê Tirkiyeyê de ne û berjewendiyên wê yên Sûriyeyê de pêk tîne. Ev yek di êrîşên wan ên li djiî Kurdên Efrînê û rêjîmê de derket holê ku têkiliyên wan bi şoreşa Sûriyeyê tune ye, ji ber ku fermanên Erdogan pêk tînin.

Di mijara şerê Idlibê de, wê Erdogan erka terorîstên xwe yên ku siyasetên wê bi kar tîne ne, di heman demê de pê wan Tirkiyeyê tehdît dike, bernede. Her kesî bihîst dema ku Erdogan ji Pûtîn xwest ku bi terorîstan re agirbestê pêk bînin, lê Pûtîn daxwaza wî red kir.

Erdogan hewl dide terorîstan biparêze, niha dixwaze veguhêzîne herêmên din da ku wan Ii hemberî gelê Bakurê Sûriyeyê bide şerkirin. Li aliyekî din jî planeke wî heye ku terorîstan û malbatên li herêmên ku dagir kirine, mîna Efrînê bi cih bike.

Li gel çeteyên Fethul Şam jî komên din jî hene ku di ragihandinê de nayê qalkirin. Ev kom ji terorîstên ji Pakistan, Çaçan, Uygur û hwd pêk tên û ji aliyê rêxistina El-Qaîde û MÎT’ê ve hatine perwerdekirin.

Tirkiyeyê di sala 2013‘an de ji van koman re korîdoreke ewlekariyê vekir û ew derbasî Sûriyeyê kirin.

Uygur an Partiya Îslamî ya Tirkistanî

Uygur ango Partiya Îslamî ya Tirkistanî yek ji mezintirîn komên terorîst e ku li Idlibê ye û fermanên Tirkiyeyê pêk tîne, beriya ku werin Sûriyeyê li Afganistanê perwerde bûn. Hejmara wan derdora hezarî ye, li derdora Cisir El-Şixûr a başûrê rojavayê Idlibê bi cih bûne.

Perpirsê Karûbarên Cîhadîstan li Peymangeha Ewropayê Tor Haming di raporeke xwe de ku rojnameya El-Ereb weşandibû, diyar dike ku terorîstên Tirkistanê serkêşiya şerê li Idlibê dikin, ji ber hejmara wan zêde ye, her wiha asta wan di şer de xurt e û ji aliyê komên çete ve tên qebûlkirin.

Tabûra Tewhîd û Cîhadê

Ji Ozbekistanê jî terorîst wekî komikên biçûk  tev li çeteyên El-Nusrayê bûne, ev kom li gel tevgera Talîban û rêxistina El-Qaîde li Pakistan û Afganistanê perwerde bûne, beriya ku derbasî Sûriyeyê bibin beşek ji El-Qaîdeyê bûn û fermanên dewleta Tirk pêk dianîn.

Li gorî îstîxbarata Rûsyayê Sîracedîn Muxtarof ê 28 salî ku bi navê Ebû Selah El-Ozbekî serkêşiya koma Tewhîd û Cîhad dike.

Tewhîd û Cîhad sala 2003‘an ji aliyê Ebû Miseb El-Zerqawî ve hate avakirin. Ev kom li Laziqiye, Hema, Heleb û niha Idlibê şer dike. Her wiha li gel Ceyş El-Fetih li Fûa û Deşta Xab li hemberî rêjîmê şer kir.

Li gorî çavdêran dewleta Tirk dê çeteyên Tewhîd û Cîhan li Idlibê li hemberî Rûsyayê û rêjîma Sûriyeyê bide şerkirin.

Leşkerên Qafqaz

Komeke cîhadîst ji Çaçanan e, lê li herêmên çiyayî û deştî yên bakurê Laziqiya Sûriyeyê bi cih bûn û serbixwe tev digerin, di heman demê de têkiliyên wê bi Qafqazê re hene. Ev kom di Îlona 2016‘an bûye yek ji komên îslamî yên herî mezin li Sûriyeyê.

Piştî şerî Çaçanan ê yekemîn, di sala 2009‘an de gelek çeteyan berê xwe da Tirkiyeyê û bi aloziya Sûriyeyê piştî ku aliyê Tirkiyeyê ve hatin biçekkirin, hatin Sûriyeyê.

Komên ku me ji jor rêz kirine, li gel gelek komên din jî ji aliyê AKP-Erdogan ve têne destekkirin û perwerdekirin da ku bi rêya wan siyasetên xwe pêk bînin. Tirkiye niha wan diparêze ji ber vê yekê dixwaze wan veguhezîne herêmên di bin serweriya xwe de.

ANHA


Mijarên Din