Erdogan di bin perdeya rewabûneke navdewletî de erka serkêşiya terorê digire

LEZGÎN ÎBRAHÎM

Bi nêzîkbûna tunebûna DAIŞ'ê li berîka xwe ya dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Erdogan derdikeve pêşberî çapmeniyê û kêfxweşiya serkeftinê kovan dike û radighîne ku bi rêya ragihandina şer li dijî hêzên ku DAIŞ'ê li şûna tevahiya cîhanê tune kiriye, ew ê rêveberiya terorê cîhanî ji destê DAIŞ'a ku hilweşye bigire. Vê carê Erdogan terora xwe di bin banê rewatiya navdewletî pêk tîne û têgeha terorê bi filebazî bi kar tîne û bi kesên din ve vedide da ku şerê xwe li dijî wan rewa bike. Gelo heta kengî wê cîhan terora dewleta birêxistikirî ya ku Tirkiye li dijî gelan dimeşîne paşguh bikin?

Beriya çend salan, piştî derketina rêxistin û komên terorîst yên tundraw bi dirûşmeyên 'Em hatin we serjê bikin' bi nûnertiya DAIŞ'ê tirs û xof li tevahiya cîhanê û bi taybet li dewletên Ewropayê serwer bû.

Tişta ku nayê veşartin ku Tirkiye di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de serê marê terora cîhanî dihat hesibandin. Lê cîhan li şûna ku serê mar qut bike, xwe bi tevgera dûvik vew mijûl dikir ku Tirkiyeyê ji aliyekî dibir aliyekî din. Îro piştî ku DAIŞ ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ber bi tunebûnê ve diçe, berteka Erdogan bi lez hat û ragihand ku ew ê rola DAIŞ'ê bilîze. Lê ya ku rewş dijwartir dike, ku Tirkiyeyê di bin maskeya rewatiya navdewletî de teror li dijî gelên herêmê bi kar tîne û wekî gurê har êrîşî hemûyan dike bêyî ku kesek karibe wê rawestîne. Ji ber ku Tirkiye dewletên ewropayê bi mijara penaberan bi awayekî eşkere û bi awayekî veşartî bi terorê tehdîd dike, eger ji bêdengiya xwe derkevin. 

Amerîka naxwaze hevalbenda xwe ya stratejîk li herêmê winda bike û derbasî hembêza Rûsya û Îranê bibe. Rûsya di mijara kontrolkirina komên çete û terorîst de wekî Cebhet El-Nusra û hwd li Sûriyê û înfazkirina wan bi destê Tirkiyeyê bi rêya lihevkirinên eşkere û veşartî sûdê werdigire. Ji lew re ew binpêkirinên Tirkiyeyê li herêmê paşguh dikin heta ku li ser hesabê xwîna gelan be.

Di vir de dîmena rastîn a asta bêexlaqiya siyasetên dewletên kapîtalîzmê xuya dibe. Ew dewlet siyaseta xwe li ser bingeha bazirganiyê û pêkanîna qezencan bêyî ku li aliyên mirovî û exalqî yên siyasetên xwe binêrin û çi qas komkujî der heqê gelan de pêk tên.

Şerê Efrînê maskên hemû rûyan eşkere kirin û kirêtbûna aliyên ku bi demokrasiyê û aştiyê diaxivin û şerê terorê îdia dikirin, xuya kir. Îro em dibînin ku di nav bêdengiya navdewletî û berketa hindek aliyên ku terora Tirkiyeyê der heqê gelan de rewa dikin, bi hinceta ku Tirkiye dewletek e û rewa ye, Erdogan şer li dijî kesên ku li şûna cîhanê şerê terorê dikin, radigihîne û wan wek terorîst pênase dike.

Lê pirsa ku îro xwe dide pêş; gelo komkujiyên ku artêşên birêxistinkirî di ferhenga şaristaniyê û gerdûnîbûnê de qanûnî û rewa dibin? tenê ji ber ku ev artêş girêdayî dewletekê ye ku hikumet û destûra wê heye. Ma terora dewleteke birêxistikirî ji terora rêxistinan li ser gelan ne xeternaktir e?

Têgeha terorê ji aliyê pênasekirina têgehê û dîroka derketina wê ve bûye mijara rojnameyan û weşanên nûçeyan. Ji bûyerên 11'ê Îlona 2001'yan ve navê terora cîhanî bi tundrawiya îslamî ve hatiye girêdan. Ji wê demê ve dewletên desthilatdar navê terorê wekî hincetekê dîtin da ku mafên azadiya takekesî û komî sînordar bikin bêyî ku hesabê dewletên bi hêz bikin, lê li beramberî wê diyardeya terora dewleta birêxistinkirî hate paşguhkirin.

Ruxmî bkaranîna vê têgehê bi filebazî ji hêla pergalên stemkariyê û bikaranîna wê ji bo rewakirina siyasetên mêtingeriyê lê dîsa jî koka dîrokî û ya nûjen a vê diyardeyê terora dewletê ye. Ev teror li dijî ferd an jî kom an jî rêxistineke aştiyane yan jî civateke olî yan jî nijadî tê meşandin. Tê zanîn ku li gel dewletên dîktator û stemkeriyê yên ku di bin perdeya demokrasiyê de xwe vedişêrin, gelek rêbazên ewlehiyê, polês, cîhazên îstixbaratî, hêzên çekdar û girtîgeh hene û gelek şêwazên îşkencekirinê bi kar tînin, heta ku ji karîna kes an jî kom ji bo ku xwe biparêzin an jî êrîşên terorîst an jî şerên kolanan bi armanca hejandina ewlehiya dewletê pêk bînin, bi gelek pêngavan bi hêztir e. 

Tevî ku hemû dewlet û hikumet terorê bi cureyên wê yên cuda bi kar tînin, lê nimûneya dewleta Tirk teşeya terorê ya herî tund e. Dewleta Tirk bi rêya bikaranîna hemû şêwazên terora pergalî û ne pergalî li dijî gelê xwe û gelên din di nav sînorên xwe de û derveyî wê û pêkanîna sûcan der her heqê hemû qurbanên wê de bi hinceta ku terorîst in, gihaşt radeya herî bilind a terorê. Dewleta Tirk siyaset, ol, ilmanî û neteweyî û gelek şêwazên din ji bo derbaskirina terora xwe û mîsogerkirina bêdengiya hemû aliyên ku dibe li hember derkeve, bi kar tîne.

Lê ya ku mirov matmayî dihêle ku Tirkiye terora dewletê bi awayekî eşkere bi kar tîne û qurbaniyên xwe bi terorê tawanbar dike. Tirkiye gihaştiye astekê ku hemû kesên bi dilsozî nêzî qurbanên terora wê dibin an jî diparêzin bi terorê tawanbar dike! Heta ku DYA jî ketiye lîsteya terorê ya Tirkiyeyê, ji ber ku desteka Kurdan li Sûriyê dike û her wiha her dewletek Ewropayê ku bang li Tirkiyeyê bike da ku binpêkirinên xwe yên ku êdî nema tên veşartin, bisekinîne, Tirkiye wan bi terorê tawanbar dike.

Tirkiyeyê rewş tevlihev kiriye û êdî têgeha terorê serobinî hev kiriye. Êdî qirkirina gelan li gorî ferhenga Tirkiyeyê ji hêla dewletê ve rewa ye û serhildana gel ji bo ku xwe biparêze, teror e. Êdî dagirkirina xaka gelên din rewa ye û parastina gelan a xaka xwe teror e û li dijî siyasetên dewletê yan jî serokê wê yan jî were rexnekirin teror e!

Bi navê tawana terorê yan jî piştgiriya wê yan jî reklama wê, Tirkiyeyê bi hezaran siyasetmedar, parlamenter, rojnamevan, hiqûqnas û têkoşer avêtine girtîgehan. Her wiha gelek çalakiyên înfazkirin û kuştina pergalî der heqê hinek din de bi kar aniye.

Ji ber wê di serdema 21'yan de Tirkiye gihaştiye seriya pîramîda terorê û îro têgeha terorê ji bo rewakirina hemû komkujiyên xwe bi kar tîne. Ev hemû li ber çavên cîhanê bêyî ku bilebite pêk tê, ji ber ku Tirkiye li gorî qanûnên navdewletî dewleteke rewa ye û ji ber wê terora wê tê mafdarkirin. Lê qurbanên terora wê vediguherin terorîstan ji ber ku ya ku wan dikuje, dewlet e.

Destwerdana dawîn a Tirkiyeyê li dijî Efrînê, lûtkeya terora dewletê ye. Bi dagirkirina Efrînê re dewleta Tirk destpêkê serdestiya dewletên cîran binpê kir, ya duyemîn xaka wê dagir kir, a sêyemîn komkujî der heqê sivîl û zarokan de pêk anîn, ya çaremîn binesaziya bajaran û şûnwarên dîrokî û pîroz wêra kir, a pêncemîn siyaseta qirkirina nijadî û guhertina demografîk pêk anî û gelek binpêkirinên din ku dikevin xaneya terorê û sûcên mirovahiyê, pêk anîn. Ruxmî wê jî civaka navdewletî bê deng ma.

Li ser wê terora dewletê xeternaktirîn cureyên terorê ye û ya herî zêde bi rêgez û qanûnên navdewletî re nakok e. A herî nebaş di vê cureya terorê de, ew e ku aliyê ku divê şêniyan biparêze yanî dewlet û çekê ku di vê cureyê de tê bi kar anîn, bi rêya bacan li ser welatiyan hatine kirin û ji bo tirsandin û kuştina şêniyan tên bikaanîn. Ev teror li gorî qanûnên herêmî rewa ye û bi rêya navendên hikumetê yên fermî tê meşandin. Ji lew re dikeve xaneya terora birêxistinkirî ya ku dewlet ruxseta wê dide. Terora dewletê di bin gelek navan de pêk tê; dagirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer li dijî gelan û dewletan û heta digihîje asta qirkirina gelan, şaristanî, çand û nasmeya gelan li ber çav û guhên wijdana mirovahiyê. Niha Tirkiye bêyî ku kesek wê muhasebe bike van hemûyan pêk tîne.

Her wiha ji bo berovajîkirina rastiyê û tevlihevkirina di navbera têgehên têkoşîna azadiya neteweyî û terorê de dezgehên çapemeniyê yên mezin roleke sereke lîst. Li ser wê  êdî parastina azadî û rûmetê û vegerandina mafan bûye teror û destwerdana li dijî kes, kom û welatan bûye maf.

Em hemû dizanin ku di sala 2014'an de Koalîsyona Navdewletî ya ku ji zêdetirî 20 dewletan pêk tê, bi serkêşiya DYA'yê li dijî terorê hate avakirin. Erê rast e ku ev koalîsyon rolek erênî di tunekirina terorê de lîstiye, lê pirsa ku xwe dide pêş, lê terora dewletê? Gelo îro hewcedarî bi avakirina koalîsyoneke wekî wê li dijî terora dewletan tune ye? Lê yan jî dewletên ku terora dewletê pêk tînin dê xwe ji sûc û binpêkirinên ku pêk tîne, xilas bikin? Gelo heya kengî wê civaka navdewletî li hember terorê wê rêgeza dualiyê bi kar bîne?

(şx)

ANHA


Mijarên Din