Erdogan di kirîna S-400 de bi israr e, lê Trump…

Serokmarê Tirkiyê Erdogan teqez kir ku ew di hevpeymana kirîna S-400 de bi israr in, lê Trump jî da zanîn ku dê mijara cezayên li dijî Tirkiyê binirxîne.

Trump ku ji nûçegihanên cîhanî re piştî hevdîtina wî bi Erdogan re, axivî û da zanîn ku têkiliya di navbera DYA û Tirkiyê gihîştiye pêvajoyeke herî xerab, ji ber ku Erdogan ji bo xwe xistina hembêza Rûsya, bi israr e û hemû cezayên Amerîkî ku tê payîn li ser Enqereyê werin ferizkirin, başguh dike. Ev ceza wê  bandoreke mezin li ser aboriya Tirkiyê ya ku bi esas di nava kirîzê de ye, bike.

Der barê pirsa ku wê ceza li dijî Tirkiyê werin ferizkirin, Trump got: “Em vê mijarê dinirxînin, lê ev rê du aliyên xwe hene.”

Reutersê li ser zimanê Trump got DYA`yê der barê berisvdayîna Enqereyê li ser hevpeymana S-400 a Rûsî, di nava rewşeke tengav de ye û destnîşan kir ku cezayên muhtemil hat nîqaşkirin.

Ji aliyekî din ve jî, Erdogan di hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Rûsya Pûtin di Lûtkeya Koma 20`an li Oska ya Japonayê de, got tu pirsgirêk der barê hevpeyamana moşekên S-400 a Rûsya de tune ye.

Erdogan diyar kir ku hevpeymana dualî ya der barê çêkirina moşekên hevbeş û veguhistina teknîkan mijareke giring e ji bo Enqareyê.

(kc)


Mijarên Din