Erdogan: Di mehekê de 59 leşkerên Tirk li Idlibê hatin kuştin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku di mehekê de 59 leşkerên Tirk li Idlibê hatin kuştin û careke din kaxeza penaberan li dijî Yewnanistanê bi kar anî.

Erdogan di daxuyaniyekê de got, ji destpêka operasyona leşkerî ya "Mertala Buharê" ve 59 leşkerên Tirk li Idlibê hatin kuştin.

Erdogan gefên xwe yên li dijî hikûmeta Sûriyê nû kir û got: "Heger rejîma Sûriyê agirbestê binpê bike em ê operasyonên leşkerî li Idlibî dîsa berdewam bikin."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din kaxeza penaberan bi kar anî û bang li Yewnanistaê kir ku "Deriyê xwe li pêşberî penaberan veke". Her wiha ragihand ku dê roja duşemê bi mijara doza penaberan bi rayedarên Yekitiya Ewropayê re bicive.


Mijarên Din