Erdogan dîsa gef xwar

Civîna sêalî ya di navbera welatên garantor, Rûsya, Îran û Tirkiyê de qediya. Erdogan careke din gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare kir.

Civîna sêalî ya di navbera serokkomraê Tirkiyê  Recep Tayyip Erdogan, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ya li paytexta Tirkiyê Enqereyê  qediya.

Piştî civînê hersê serokan kongreyeke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan careke din gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar û got "Heger di nava du heftiyan de em li gel Amerîkayê negihejin ti rêkevtinekê, em plana xwe bicih dikin.”

Erdogan ê ku xwe aliyekî grantor dihestibîne diyar bû ku ji mijara dosyaya Idlibê direve û careke din projeya guhertina demgorafîk li herêmên Bakur û Rojhilatê bi rêya şandina penaberên Sûriyê avakirina jîngehan pêşniyar kir û got: "Kerîdora mirovî ya li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de dê ji 3 milyon penaberên Sûriyê re bibe spartgeh."

Li ser mijara Idlibê Erdogan got, rewşa Idlibê û avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê mijarên sereke yên nîqaşê bûn û hersê welatan der barê wê de biryarên girîng standine ku hêviya çareseriya siyasî ji bo Sûriyê dide.

Ji aliyê xwe ve Putin diyar kir ku ew desteka xwe ya bi hêzên rejîmê re û şerê li Idlibê bidomînin û got:  "Me bi Erdogan û Ruhanî re di mijara pêngavên ku dê ji bo kêmkirina rageşiya li dlibê bên avêtin li hev kir. Em hemû yekitiya xaka Sûriyê dixwazin û dibînin ku piştî çareserkirina dozên girêdayî garantiya ewlehî û şerê terorê dê yekitiya xaka Sûriyê bi temamî vegere, ev yek ji bo vekişandina hêzên biyanî ji Sûriyê jî derbasdar e."

Serokê Îranê Hesen Ruhanî jî mixabiniya xwe anî ziman ku der barê rewşa li Idlibê de lihevkirin pêk nehatin û got: "Sala borî şirêkên me di çarçoveya civînên li Sochi de bi mijarê Idlibê lihev kirin, me destek da peymanê û bi hêvî ne ku ji qwitandina terorîstan û vegera hikûmeta Sûriyê li serweriya xaka xwe bibe destek."

Her wiha Ruhanî got: "Bê guman yek ji armancên herî girîng ên welatên garantor a li gorî wê peymanê rêgirtina li ber karaseteke mirovî li herêma Idlibê. Demeke dirêj li ser îmzekirina peymanê re derbas nebûyê, lê xak hîna di bin serweriya terorîstan de kêm nebûye, lê mixabin berfirehtir bûye."


Mijarên Din