Erdogan gefên xwe dubare kirin

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Receb Tayyîp Erdogan îro gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare kirin û got: “Me Rûsya û Emerîka jî agahdar kiriye.”

Dewleta Tirk a dagirker gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan dema tevlî vekirina rêya bi lez û nexweşxaneya giştî li bajarê Izmîrê bû dîsa gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna ku Efrîn, Cerablus, Bab û herêmên din dagir kirine xwar.

Her wiha got wî her du aliyên Rûs û Emerîkî girêdayî êrîşa xwe agahdar kirine. 

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglo di meha borî de gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.

(şx)


Mijarên Din