`Erdogan hewl dide şaristaniya mirovahiyê ya Bakurê Sûriyê ji kokê ve rake`

Buroya MSD`ê şaxê Helebê bi daxuyaniyekê  bêdengiya rêxistinên navdewletî û hiqûqî li hember gefên Erdogan ji Bakurê Sûriyê re şermezar kir. Her wiha banga derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê kir.

Ji bo şermezarkirina binpêkirinên Tirkiyê li Sûriyê û dagirkirina Efrîn û herêmên din, Buroya MSD`ê ya Helebê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî ji hêla endama Buroya Têkiliyan a MSD`ê Fatme El-Hesîno ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin: "Îro gelek guhertin li cîhanê rû dide bi taybet li ser asta Sûriyê. Dewleta Tirk ji dewletên ku desteka terorê dikin. Tirkiyê li pêşberî çavên cîhanê û bi piştevaniya opozîsyonê, li Efrînê tevahiya sûcan ji guhertina demografîk, asîmlekirin, avakirina dîwara nijadperestî û koçberkirina şêniyên resen pêk tîne. Tevî wê jî gefa êrîşan li herêmên Bakurê Sûriyê dixwe

Erdogan hewl dide bi rêya ferzkirina zimanê Tirkî li ser şêniyên resen û derxistina nasnameya Tirkî şaristaniya mirovahiyê ya Bakurê Sûriyê ji kokê ve rake.

Em bang li tevahiya rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku kiryarên Erdogan rawestînin hêzên wî ji Bakurê Sûriyê derxînin da ku şêniyên wê yên resen vegerin warên xwe.

Erdogan ne tenê Idlib û Efrîn armanc dike, lê belê armancên wî gelek berfireh in. Em bang li aliyên têkildar di serî de dewletên ku desteka Erdogan dike, dikin ku dest ji piştgiriya xwe bi Tirkiyê re berdin û hewl bidin hêzên dagirkeriyê ji tevahiya xaka Sûriyê derxînin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din