Erdogan, ji bo muxalefetê bê deng bike, DAIŞ bi kar anî

Di kevnşopiya dewleta Tirk de her tim hêzên paramîlîter (ango dervî artêşa xwe komên çekdar) ji bo çavtirsandina muxalefetê û qetilkirina kurdan hatine bi karanîn.

Di 1920’an de Topal Osman û çeteyên wî ji bo qetilkirina Kurdan bi kar aniye.

Di 1950’î û şûn de jî di bin navê komelgeyên têkoşîna nîştimaniya îslamgerî ya nijadperest de ji bo muxalefeta civakî bê çewisandin hat bikaranîn.

Di bûyerên 6-7’ê Îlona 1955’an de li dijî Roma û Yahudiyan ji bo komkujî û koçberkirinê pêk bîne, di êrişa van hêzan de bi hezaran însan koçber bûn û bi sedan jî hatin qetilkirin.

Di qetilkirina Elewiyên li Mereş, Çorum û Sêwasê de rêxistinên faşîst ên rastgirên Tirk rolek sereke lîstin.

Di 1990’î de rêxistina bi navê JITEM’ê ji bo qetilkirina kurdan hat bikaranîn. Ev hêz her tim di bin wêneriya dewletê de hatin parastin û destûr nedan ku werin darizandin.

Di avabûna dewleta Kemalîst bi navê Gladîo ya Sor wê demê çeteyên dewleta Tirk sûcên ku kirine gelek mezin û dirêj lîstin.

Di 2000’î şûn de, piştî AKP bû desthilatdar vê avabûnê şûna xwe ji Gladîo ya Kesk re hişt.

Ev avabûn bi senteza Tirk-Îslam di bin wêneriya rejîma Erdogan de ji qetlîama Kurd û ji bo çavtirsandina muxalefeta hundirîn hatin bikaranîn.

Di navbera sala 2013 û 2017’an de komkujiyên ku DAIŞ li Tirkiyê pêk anîne, di pişt wî de MIT hebû ku bi dehan caran hatin ziman û hatin belgekirin.

Di êrişên DAIŞ’ê yên Tirkiyê pêkanîne de kes û aliyên ku hatine hedefgirtin jî gelek balkêş bûn.

Di êrişên Reyhanlî, Amed, Pirsûs, Enqere, balafirgeha Atatûrk, Reina de 291 kes jiyana xwe ji dest da û ji hezarî zêdetir jî birîndar bûn.

Li Enqerê bûyera teqîna ku bi sedan însan jiyana xwe ji dest dayî de serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu bû û gotinên wî “piştî bûyera Enqerê dengên me zêdebûne” yên wê  demê bi karanî bû û hê jî di bîra mirovan de ye.

Çeteyên cîhadîst bi çi awayî, ne AKP’ê û ne jî saziyên dewletê nekirin hedef. Ji ber komkujiyên ku pêk anîne jî dozên hatin vekirin jî ketin bin parastina dada Tirkiyê.

Va ye ew doz û encamên wan dozan;

Li Reyhanlî elewî hatin hedefgirtin

Êrişa destpêkê ya DAIŞ a li hember Tirkiyê li Hatayê ya navçeya Reyhanli ya ku herî zêde nûfusa erebên elewî lê dijîn, bû hedef. Di vê bûyerê de 28 jê zarok, 52 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi îdîaya ku kesê ev êriş plan kiriye, Yusiv Nazîk derket holê ku endamê MÎT’ê ye.

Li Amedê Kurd hatin hedefgirtin

2 roj beriya hilbijartinên 7 Pûşbera 2015’an de HDP’ê li Amed’ê bi beşdarbûna sed hezaran mîtîngek lidarxist. Di nava vê mîtîngê de bi hevkariya DAIŞ- Tirk ve bombe hate teqandin. Di encamê vê teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da, nêzî 400 kes jî birîndar bûn.

Kesê ku li qadê bombe bi cih kiribû yê  bi navê Orhan Gonder yê ji Semsurê bû. Derket holê dema ku ev kes hatiye Amedê hatiye binçavkirin û piştre serbest hatiye berdan.

Cîgirê serokê giştî yê CHP Velî Agbaba, derbarê Orhan Gonder û derbarê Abdurehman Alagoz yê ku komkujiya Pirsûsê pêkanibû û di encamê de jî 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû de belgeyên ku di bin kontrola MÎT’ê de derbasî Sûriyê bûne eşkerekir.

Li Pirsûsê ciwanên sosyalîst hatin hedefkirtin

Li navçeya Riha, Pirsûsê li Navenda Çanda Amara di 20 Tîrmeha 2015’an de di pêşengtiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF)de, ciwan hatin cem hev û li dijî wan komkujiyek pêk hat. Di encamê de 33 kesan jiyana xwe ji dest da û 104 kes jî birîndar bûn.

Hema piştî teqîna xwekujiyê, şex Abdurehman Alagoz û birayê xwe li gel hêzên asayîşa dewletê weke “ du kesên bi wesfên terorîstî  yên winda” qeydên wan peyda bûne, ku ew 6 mehan winda bûn. Bi qasî hatiye zanîn jî bavê wan ji bo her du kurên xwe jî beriya 6 mehan ji hêzên ewlekarî yê Tirk re serlêdan kiriye û der heqê wan de gilî kiriye.

Parlementerê HDP’ê Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku li gorî hin agahiyan, Abdurehman Alagoz ji aliyê polîsan ve berê hatiye binçavkirin û piştre serbest hatiye berdan

Li Enqerê, sendîka û rêxistinên pîşeyan hatin hedefgirtin

Di 10’ê Cotmeha 2015’an de bi HDP’ê re rêxistinên pîşeyî û sendîkayên weke DÎSK, KESK, TMMBO û Yekîtiya Bijîşkan mîtînga bi navê “aştî û demokrasî” li dar xist û tê de êrişeke xwekujî pêk hat. Di encama vê êrişê de 103 kesan jiyana xwe ji dest da û ji zêdetirî 500 kes jî birîndar bûn.

Derket holê ku kesê ku ev êriş pêk anî birayê kesê ku êrişa Pirsûsê pêkaniye ye. Ango berê bi mehan qeyda kesê ku bi navê Yunus Emre Alagoz yê ku li cem MÎT û hêzên ewlehî yê Tirkan hebû. Yunus Emre Alagoz tevî qeyda wî li cem dewletê hebû jî 3 meh şûn de komkujiya Enqerê pêk tîne. Da ku di vê êrişê de kuştî zêdetir bin. Polîsên Tirk ambulansên diçûn qadê da ku birîndar û kuştiyan rakin, asteng kirin.

Piştî êrişê weşanên televîzyon û medya civakî re qedexe kirin, da ku vê komkujiya ku dewleta Tirk jî hevkarê wê ye û neyê zanîn asteng kirin.

Dozgerên Tirk hemû belgeyên malbatên mexdur û daxwazên parêzeran red kirin û ser dosyayê girtin.

Li Dîlokê daweta kurdan hat hedef girtin

Di 20’ê Tebaxa 2016’an de li navçeya Dîlokê Şahînbeg li hember daweta kurdan a ku li kolanê dihate kirin, DAIŞ’ê tê de êrişeke xwekujî pêk anî. 59 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 90 kes jî birîndar bûn. Doza ku li Dîlokê hat vekirin ji bo ewlehiya DAIŞ’iyan veguhastin bajarê Tirkan, Kayseriyê.

Li Reinayê (ku cihê pûrozbahiya sersalê lê dihat kirin) jiyana laîk hat hedefgirtin

Di 1’ê Çileya 2017’an de li Istenbolê pîrozbahiya sersalê pêk hat. Li cihê pîrozbahiyê çeteyên DAIŞ’ê êrişek bi çekan pêk anî. Di encamê vê bûyerê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da , 70 kes jî birîndar bûn.

Beriya êrişê bi çend rojan Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirk fetwayek weşand, di vê fetwayê de gotibû “pîrozkirina sersalî heram e.”

Ev fetwa bi xwe fermandayîna êrişê bû. Vê carê kesên ku jiyana laîk diparastin hatibûn hedefgirtin. Kesê ku êriş pêk aniye Abdulkadîr Masharîpov ê ji Ozbekîstanê ye û bi operasyona dewleta Tirk hate girtin.

19 kesên ku navên wan di vê dozê de derbas dibûn hemû di pêvajoya dozê de hatin berdan.

Çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Salîh Bayuncak li Tirkiyê di rêza yekemîn de tê û 7 caran serbest hatiye berdan

Çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Halîs Bayuncak li Tirkiyê di rêza yekemînde tê, di bin parastina dadgehê de mayîna wî jî gelekê balkêş e. Lixwemikurhatinên çeteyên DAIŞ’ê weke kesê ku “endam rêxistin dikirin” yê bi navê Salîh Bayuncak tê zanîn, ji aliyê Serokatiya Karên Diyaneta dewleta Tirk ve bi dehan caran ji bo konferansan bide, bi awayekî fermî hatiye vexwendin.

Rexmê bangawaziyan, Salîh Bayuncak ên cîhad û serjêkirinê 7 caran hatiye binçavkirin û piştre serbest hatiye berdan. Di encama bertekên ji raya giştî yên pêşketine herî dawî 2017 de hat binçavkirin û girtin.

(ekib)

ANHA


Mijarên Din