Erdogan kiryarên DAIŞ’ê dubare dike

Jinên Êzîdî yên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê gotin: “Komkujiya Şengalê ji bo îmhakirina ola Êzîdî bû. Binpêkirinên ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê li ser gelê Êzîdî dan meşandin, niha Erdogan li kantona Efrînê li ser gelê Efrînê dide meşandin.”

Bi nêzbûna salvegera salane ya 5’emîn a komkujiya Şengalê ku çeteyên DAIŞ’ê pêk aniye, jinên Êzîdî yên li taxa Şêxmeqsûdê komkujî şermezar kirin. Jinan gotin: “Armanca komkujiyê ew bû ku ola Êzîdî, dîroka gelê Kurd û çanda wan asîmîle û îmha bike.”

Jina bi navê jî Gulê Xezalê wiha got: "Armanca komkujiya ku DAIŞ’ê li ser gelê Êzîdî pêk anî, qirkirina ola Êzîdî û helandina dîroka bi hezar salan e. Kiryarên ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anîn, dewleta Tirk niha li Efrînê heman tiştan dike. Cihên pîroz ên civaka Êzîdî wêran dikin. Şûnwarên, Xêr û bêrên herêmê didizin. Şêniyan direvînin û dikujin."

Ranya Cafer komkujiya ku li Şengalê pêk hatiye, bi taybet li dijî mafên jinan, şermezar kir. Ranya bang li tevahî jinan kir ku li hember kiryar û binpêkirinên dewleta dagirker a Tirk hişyar bin û wiha domand: "Divê jin li beramber kiryarên dagirkeriya Tirk hişyar bin û alîkariya jinên Êzîdî yên rizgarkirî bikin."

Li rexê jî Newroz Edo tekez kir ku armanca Fermana 74’an a ku li ser gelê Êzîdiyên Şengalê hat kirin, îmhakirina dîrok, çand û hebûna wan bû. Newroz got niha Erdogan jî hewl dide vê yekê li Efrînê pêk bîne.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din