‘Erdogan komên terorîst dikire û bikar tîne’

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê got: “Rejîma Erdogan piştigiriya projeya Ixwanan dike. Komên terorîst dikire û di nakokiyê li herêmê de bikar tîne.”

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta dagirkeriya Osmaniyan didomîne. Herî dawîn Tirkiyê bi rêya komên çeteyên girêdayî xwe destwerdana Lîbyayê kir û li rex hikumeta Wîfaq li dijî Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê sekinî. Her wiha zarokên Sûriyê li Idlibê û herêmên din ên di bin kontrola xwe de dike leşker û dişîne Lîbyayê.

ERDOGAN OL BIKAR ANÎ

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê Ebdulferah Fatimê ji ANHA`yê re axivî. desntîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zarok û kesên bi hewce di bin navê ola islamê yan jî neteweyî dikin leşker û dişînin Lîbyayê.

Fatimê wiha domand: "Li gorî qanûnên navdewletî nabe zarok bibin leşker. Lê li Sûriyê zarok bi awayekî kirêt bi navê ol têne bikaranîn. Peymanên navdewletî leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de û tevlêkirina şer qedexe dike. Dewletên ku ev peyman mohr kirine, vê yekê red dikin û zarokan di şeran de bikar naynin.”

BIKARANÎNA ALOZIYÊ

Aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya 10’an bû. Heta niha tu çareserî ji pirsgirêkê re nehatiye dîtin.

Fatimê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encama dirêjkirina temenê aloziyê de, hejmara kesên bê kar û rêjeya bêkariyê bi awayekî mezin zêde bû. Li tevahiya herêmên Sûriyê wêraniyek mezin çêbû. Rêxistinên tundrew çi El-Nusra yan jî DAIŞ an jî Tirkiyê ev şert bi karanîn û bi awayekî hov zarok kirin leşker.”

TIRKIYE DESTEKA PROJEYA IXWANAN DIKE

Ebdulfetah Fatimê diyar kir ku Tirkiye tecrubeya li Sûriyê veguhezand Lîbyayê û got: "Pêwîstiya Lîbyayê bi nakokiyên bi vî awayî tune ye. Divê çareseriyek siyasî bê dîtin."

Di dawiyê de Ebdulfetah Fatimê got: "Hêzên kapîtalîst islama radîkal a ixwanan bi kar tînin. Niha rejîma Erdogan desteka vê projeya ixwanî dike û piştî kirîna komên terorîst û bêdengiya dewletan, wê di nakokiyê li herêmê de bikar tîne."

 (şx)

ANHA


Mijarên Din