Erdogan plana xwe ya Başûr îtîraf kir

Erdogan di civîna serokên bajaran ên AKP’ê de plana xwe ya dagirkirina Başûr îtîraf kir û got “Li şûna çiyayên asê yên ser sînorê me, em ê li aliyê din ê sînor di deştê de xeteke ewlekariyê çêkin.”

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di civîna berfireh a serokên bajaran ên AKP’ê de axivî û behsa operasyona dagirkeriyê ya bi navê Pençe ya li dijî Başûrê Kurdistanê jî kir û plana Tirkiyê ya der barê Başûr de îtîraf kir.

Erdogan got hedefa wan ne ew e ku çiyayên bilind û asê yên li aliyê din ê sînor bigirin û got: “Li şûna girtina çiyayên asê yên li aliyê din ê sînor, em ê li aliyê din ê sînor li deştê (bajaran) xeteke ewlehiyê ava bikin. Dema ev xet çêbû, jixwe meseleyeke bi navê Qendîl dê nemîne.”


Mijarên Din