‘Erdogan rastî têkçûnek mezin hat’

Raporên rojnamegerî destnîşan kirin ku encamên hilbijartinên Tirkiyê gelek peyamên bi zimanekî tundî dane Erdogan û partiya wî. Xuyabû ku dengdar banga rakirina qeydên ku hikumeta AKP`ê ferz kirine dikin.

Siyasetmedar û nivîskarê Siûdî Ebdulezîz El-Iwêşeq di gotara xwe ji bo Rojnameya El-Ereb News got: "Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê ku di 31`ê Adarê de li darketine, peyamên tund dane Erdogan û partiya wî.”

Nivîskar diyar kir ku, xwiyaye gel banga ji nûve nirxandina rewşên nebaş ên Tirkiyê dikin û dixwazin qeydên ku desthilatdariya Erdogan ferz dike, rabin.

Nivîskar nivîsa xwe wiha berdewam kir: “Encamên hilbijartinên herêmî, diyar kirin ku têkiliyek xurt di navbera siyaset û aborî de heye. Siyasetên Tikriyê yên çewisandinê yên hundir û siyaseta wê ya derve ya dijber heta radeyek mezin bandorek neyînî li aboriya Tirkiyê kir.

Projeyên Tirkiyê yên êrîşkirina li ser herêmên Kurdan li Sûriyê lêçûnek mezin kir, ev jî bandorê li veberdêran (yatırımcı) dike. Li gorî wan ev nîşaneyên nakokiyan e û dibe ku nanokiyên li ser sînorên başûrê Tirkiyê û li hundirê Tirkiyê li herêmên ku piraniya wan Kurd in bidom in.

Her wiha ji ber hemleya partiya serdest li dijî muxelefeta siyasî ji derbeyê ve yanî 2016`an û girtina bi hezaran ji kesên ku di warên sivîl, dadgeh û ewlehiyê de dixebitin, veberdêran aciz dikin.

Tewanên ehbabçawiştiyê, tevlihevî û peymanên biguman bandor li atmosfera karan li Tirkiyê kirine. Dîsa bandorên cezayên ku Amerîkayê li Tirkiyê birîne hebûn. Ragihandina Tirkiyê ku dê cezayên Amerîkayê li ser Îranê binpê bike, hişt ku şirketên navdewletî ne rehet bin. Ditirsin ku ji ber binpêkirina Tirkiyê cezayên Îranê dê bibin hedefa Amerîkayê.

Nakokiyên dîplomasî bi NATO`yê re mîna Elmanya û Horlanda wê bandor li veberdêrên biyanî bike ku li Tirkiyê karên xwe bi dudilî bikin. Her wiha têkiliyên Tirkiyê bi Îran û Rûsyayê re bûye jêdera nerehatiya veberdêran, bi taybet di çarçoveya metirsiyên Amerîkayê de.”

Kovara `Foreign Policy` ya Amerîkî bi bîr xist ku hilbijartinên 31`ê Adarê bi suprîza serketina muxelefeta ilmanî bi dawî bû. 

Kovarê di gotarekê de ya nivîskerekî Tirk nivîsandibû û belav kiribû got: "Serkeftina muxelefetê dîrokî ye bi taybet ji ber ku Erdogan ji dema ku wek serokê şaredariya Stenbolê, ji  sala 1994`an ve hatibû hilbijratin cara yekê ye ku bi bin ket. Hilbijratina partiya xwe wek referandomekê ji bo navdariya xwe dihesibîne."

Kovarê wiha berdewam kir: "Hilbijratin girêdayî çêkirina riyan, paqijkirina kolanan û parkan bû, lê AKP`ê hewl da wê bi Reqayê, Meka û Xezayê ve girê bide. Tiştek ne ecêbe ku dengder pê bawer nekirin. AKP`ê  9 eyalêt winda kir, yanî ji bingeha 81 tenê 39 di bin serweriya wê de ma. Ev jî tê wateya ku karîna xwe bi rêjeya ji sedî 19 kêm kir. Berovajî partiya muxeleftê ya sereke ya ku 7 parêzgehên nû bi dest xistin bi vê yekê hejmarên parêzgehên bin serweriya xwe kirin 21 parêzgeh, yanî bi rêjeya ji sedî 50 zêde bi dest xist. Her wiha partiyên Kurd destkeftinek mezin bi dest xistin. Diyar e ku muxelefet mezintirîn bajarên Tirkiyê bi dest xistin.”


Mijarên Din