Erdogan; sultanê xwînmij ku li ser xwîna gelên Sûriyê dansê dike

ZANA SEYDÎ

Çavbirçîbûna Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê, bi gefên dagirkirina Minbicê û komkirina çeteyan li ser sînorê bajêr derket pêş. Ev yek bi taybet jî piştî lihevkirina bi dewletên garantor Rûsya û Îranê re li Astana û Soçiyê û qutkirina hêviyên opozîsyonê ji Xûta El-Şerqiyê û Deraayê eşkere bû.

Bi destpêkirina xwepêşandanên gelê Sûriyê re, Erdogan daxuyanî da û got dê Tirkiye nehêle komkujiyên Hemayê yên 1982'yan dubare bibin. Bi vê yekê Tirkiyê xwest bi awayekî neyekser mudexeleya nakokiya Sûriyê bike û tevgera gel bixe xizmeta projeyên xwe yên li herêmê.

Wê demê Tirkiyê ji xwepêşanderan re xuya kir ku ew alîgirê sereke yê “Şoreşa Sûriyê” ye. Di heman demê de ku dewleta Tirk şoreşa Sûriyê bi çek kir û çirûska şerê navxweyî li welat pê xist. Wek însiyatîfa başkirina têkiliyên her du dewletan (Sûriye û Tirkiye), Tirkiyê efserên Sûriyê ku ji artêşa Sûriyê qut bûne û li Tirkiyê bi cih bûne, yên wekî albay Hisên Hermûş, radestî rejîmê kirin.

Welatiyên Sûriyê li ser sînorên Tirkiyê hatin kuştin û cenazeyên wan hatin perçiqandin

Bi dijwarbûna şerên li Sûriyê re bi sedan malbatên Sûriyê neçar man ber bi sînorên Tirkiyê ve birevin. Lê leşkerên Tirk hêviyên wan şikandin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, dewleta Tirk di salên borî de li ser sînor nêzî 382 kes qetil kirin. Her wiha dema sivîl bi îşkenceyê qetil dikirin, cenazeyên wan diperçiqandin.

DAIŞ amûra tirsandinê ya Tirkiyê ye

Di destpêka derketina DAIŞ'ê de gava yekem gel bi serjêkirin û şewitandinê tirsandin. Nakokî li ser jêder an jî piştgiriya wan çi ye û kî ye, pir bûn. Lê piştî demekê desteka Tirkiyê di serî de Erdogan ji DAIŞ'ê re, ji sazûmaniyê bigire heta desteka lojîstîk derket holê. Dewleta Tirk sînorên xwe ji bo derbasbûna bi hezaran çeteyan vekir. Çeteyên ku derbasî herêmê bûn, bi hezaran welatiyên Sûriyê li bajarên cuda bi hinceta pêkanîna şerîata îslamê kuştin.

Derxistina opozîsyona çekdar ji Heleb û Şamê û koçberkirina bi hezaran şêniyan

Artêşa Tirk bi hinceta avakirina herêma bêçek bi nêzîkbûna tunebûna DAIŞ'ê re û bi taybet piştî QSD’ê Minbic rizgar kir, derbasî bakurê Helebê bû. Bi hezaran şêniyên Sûriyê bi vê yekê kêfxweş bûn û sloganên silavkirina Erdogan berz kirin. Lê Tirkiyê ew herêm li ser hesabê DAIŞ'ê dagir kir, di şanoyekê de ku hindekan mîna guhertina cilên leşkerî di navbera DAIŞ û artêşa Tirk de hesibandin.

Tirkiyê ji bo rê li ber pêşdeçûnên QSD'ê bigire, rêzecivîn bi Rûsya û Îranê re li paytexta Kazakistanê Astanayê çêkir. Di wan civînan de hemûyan li hev kir ku opozîsyon ji bilî Idlibê ji tevahiya herêman bê derxistin. Ev tişt li gorî hesabên Rûsya û rêjîmê hat. Ji lew re rê dan ku Tirkiye Efrînê dagir bike. Bi vê yekê Tirkiye bi hemû cureyên çekên giran, pêşketî û bi balafiran êrîşî Efrînê kir û ew dagir kir.

Li gorî lihevkirinan Heleb, Deraa, Xûta El-Şerqiye û bakurê gundewarên Himsê, piştî 7 salan bi sponseriya Tirkiyê bê şert û merc radestî rejîmê hate kirin. Di encamê de bi deh hezaran şêniyên wan herêman bi otobusên kesk bi şertê ku Tirkiyê debara wan peyda bike, malên xwe berdan û berê xwe da herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de.

Herêmên Bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de

Piştî ku artêşa Tirk bi hezaran çeteyan re derbasî herêmên bakurê Helebê bûn, rojek bê teqîn an jî kuştina şerçeteyan û nakokiyên li ser talankirina milkên şêniyan derbas nabe.

Hewldanên Tirkiyê tenê ew qas neman, di heman demê de bi hezaran çeteyên alîgirên xwe di dagirkirina Efrînê de bi kar anîn.

Li ser wê Rêxistina Efûyê ya Navdewletî raporek derxist, Tirkiyê wek dagirkerê Efrînê hesiband û ew binpêkirinên çeteyên “Artêşa Azad” li ser şênî û milkên wan ku pîvanên mafên mirovan derbas dikin, paşguh dike.

Ruxmî wê jî beşek ji gelê Sûriyê dagirkirina axa Sûriyê wek mafê Tirkiyê dibîne. Piştî ew qas komkujî û binpêkirinan dîsa jî bi gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Minbicê kêfxweş dibin.

(şx)

ANHA