Ereban ji bo parastina xwepêşandarên Kurd malên xwe vekirin

Kurdên li taxa  Şêxmeqsûdê yên ku tev li xwepêşandanên sala 2004‘an ên li dijî hikûmeta Sûriyê bibûn, diyar kirin ku pêkhateyê Ereb ji bo parastina Kurdan malên xwe vekirin.

12‘ê Adara 2004‘an di dema lîstika futbolê ya di navbera tîma Cîhad a ji Qamişlo û Tîma Fitwê ya ji Dêrazorê de ku li stada Beledî ya bajarê Qamişlo, hêzên rejîmê xwestin fitneyê di navbera Kurd û Ereb de derxînin, di encamê de gelê Kurd rabûn serhidanê.

Serhildan li tevahî herêmên Rojava, Heleb û Şam belav bû.

Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi sedan Kurd li dijî siyasetên hikûmeta Sûriyê daketin qadan.

Şêniyê bi navê Mihemed Elî Hesen li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dimîne beşdarî xwepêşandanên li dijî hikûmetê bibû û wan rojan wiha bi bîr tîne: "Armanc ew bû ku Kurdan tune bikin, li ser vê yekê xwepêşandan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her car rabûn, rejîm bi tundî û wehşiyet mudaxeleya xwepêşandan kir. Şênî dorpêç kirin û bê serûber ew digirtin."

Hesen bi bîr tîne ku hêzên ewlehiya Sûriyê li mûdîrê dibistanekê ku ji pêkhateyê Ereb bû û elaqeya wî bi xwepêşandanan tunebû xistin, tenê ji ber ku di ber xwepêşandanê re derbas bû.

Mihemed Elî Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Em dikarin bêjin ku rexmî hovîtiya hikûmeta Sûriyê em gihiştin vê astê ji şoreşa Rojava, bi parastina destkeftiyan me hebûna xwe îsbat kir. Hikûmeta Sûriyê hewl da di navbera Kurd û Ereb de fitneyê derxînin, lê armancên wê biser neketin."

Jina bi navê Fatima Xelîl jî anî ziman ku ereban malên xwe ji bo parastina xwepêşandêrên Kurd vekirin û wiha domand: "Ji bo pêşgitiya şêniyên me yên li Qamişlo em daketin kolanan, hikûmeta Sûriyê dest bi binpêkirinên mafên me kir. Dema ku şênî li xeta dawî ya taxa Eşrefiyê deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan sekinîn gule bêserûber reşandin, jinek li kêleka min bû birîndar bû."

Fatima destnîşan kir ku xwepêşandan bi rojan dom kir, hejmarek mezin ciwan hatin girtin, gazên çavan dişewitînin hatin bi kar anîn û bi daran li xwepêşandarên hatin xistin.

Fatima diyar kir ku gelek ciwan bi salan di girtîgehên dewletê de man û hatin êşkencekirin û got: “Hikûmeta Sûrî hemû hêza xwe ya leşkerî û şaxên ewlehiyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kom kirin. Em banga civakeke azad dikin, lê hikûmeta Sûriyê hewl dide ferqê bixe navbera pêkhateyên welatekî."

ANHA


Mijarên Din