Erebistan Siûdî, fînansmanên xwe yên li Tirkiyê hişyar kirin

Serokê Meclisa Rêveberiya Odeya Bazirganiyê ya Riyadê Eclan Eclan welatiyên Erebistana Siûdiyê ji fînansmaniya li Tirkiyê ku tê de "xetereyên îstîmarkirinê û ewlehiyê hene" hişyar kirin.

Serokê Rêveberiya Odeya Bazirganiyê ya Riyadê Eclan Eclan duh li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Fînansmanên (veberdêr) siûdî yên li Tirkiyê piştî astengkirinên li ser wan, rawestandina berjewendî, fişarkirin û şantajkirin di hin rewşan de ji hêla aliyên pêkanîner û piştgir ên hikumetê ve, di gefa xetereya mezin de ne. Em jî di Odeya Riyadê de wan ji fînansmaniya li Tirkiyê ku xetereyên wê yên ewlehî di rewşa niha de hene, haydar dikin."

Eclan wiha lê zêde kir: "Gelek gilî û telefon ji fînansmanên siûdî yên li Tirkiyê der barê pirsgirêk, dozên gefan li ser wan dikin de, hatin. Li aliyê din jî aliyên pêwendîdar bi erkên parastina wan ranabin û paşguh kirine. Ji wê jî zêdetir rewşa tevlihev a aboriya Tirkiyê di van rojan de bi sedema daketina bihaya pere û zêdebûna mezinbûyîna wê ye."

Serokê Rêveberiya Odeya Bazirganî ya Riyadê Eclan Eclan wiha domand: "Tiştên ku siûdiyên li Tirkiyê wek fînansman û turîstvan dê baweriya fînansman û turîstiyê li Tirkiyê di salên bê de bişikîne. Li rexê jî finansman û turîstvanê siûdî bi awayekî baş li gelek dewletên dost û cîhanê tên pêşwazîkirin. Me gelek şandeyên biyanî yên ku serdana Odeya Riyadê kirine, pêşwazî kirin û dît ku çawa li hember siûdiyan rêzdar in."

(fr)

 


Mijarên Din