​​​​​​​Erebistana Siûdî ji bo piştgiriya Yemenê kongreyekê li dar dixe

Di demekê de ku Yemen zehmetiya pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) dikişîne, Erebistana Siûdî dê 2`yê meha Hezîranê kongreyekê ji bo piştgiriya Yemenê li dar bixe.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Siûdiyê ragihand ku bi rêya înternetê dê bi NY`yê re kongreyekê li dar bixin, ev jî di demeke wiha de hatiye ragihandin ku rêxistinên mirovî hişyariya belavbûna vîrusa koronayê û xetereya wê dikin.

Riyad ji destpêka destwerdana leşkerî ya 2015`an ve ya li dijî Hûsiyên bi Îranê re hevalbend, xwe wek welatê herî zêde destekê dide Yemenê nîşan dide.

Hûsiyan roja sêşema derbasbûyî li Senayê yekemîn rewşa wefata bi Koronavîrusê ragihand, ji ber vê yekê careke din li welat metirsiya belavbûna vîrusê xwe da der.

Li Yemenê hejmara kesên bi vîrusa koronayê mirine, gihaşt 4 kesan û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî gihaşt 22 rewşan.

 (eh)


Mijarên Din