Erebistana Siûdî ji bo rewşa Îranê 2 lûtkeyên awarte xwest

Selman bîn Evdilezîz bang li rêveberên dewletên Ereb kir ku li Mekkeyê di 30’ê Gulanê de li hev kom bibin û ‘xurtkirina ewlehiya herêmê’ nîqaş bikin.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî duh êvarê ragihand ku melikê Erebistana Siûdî Selman Bin Evdilezîz bang li rêberên welatên Ereb kiriye ku li ser “gefên li ser herêmê” di 30'ê Gulanê de 2 lûtkeyên awarte li Mekkeyê pêk bînin.

Li gorî daxuyaniya wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî, dê di lûtkeyan de li ser “teqandina 4 keştiyan li Îmaratê, êrîşa li ser ser boriya nefta Siûdiyê û bihêzkirina asayîşa herêmê”  nîqaş werin kirin.


Mijarên Din