Erebistana Siûdî û Kuweytê dê hilberîna petrolê kêm bikin

Wezîrê Petrolê yê Kuweytê Xalid El-Fadil, eşkere kir ku welatê wî dê di Hezîrana bê bi dilxwazî hilberîna petrolê ji 80 hezar bermîlan di rojê de kêm bike. Her wiha got dê erkê xwe li gorî peymana OPEC + bi cih bîne.

El-Fadil piştevaniya Kuweytê ya bi hewildanên Erebistana Siûdî re ji bo "vegerandina aramî û hevsengî" li bazarên petrolê ragihand.

Erebistana Siûdî îro ragihand ku ew ê hilberîna petrolê bi dilxwazî ji bo meha Hezîranê kêm bike. Ev yek tavilî bandor li buhayê "zêrê reş" kir a ku bi awayekî bilind ji sedî 50 bilind bû.


Mijarên Din