Erebistana Siûdî: Siyasetên Tirkiyê li Lîbyayê pir xeternak in

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bîn Ferhan fikarên xwe têkildarî tiştê ku Tirkiye li Lîbyayê dike anî ziman û diyar kir ku şandina Tirkiyê ya çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê re, pir xeternak e.

Di hevpeyvîneke li gel televîzyona CNN a Amerîkayê de, wezîrê karên derve yê Siûdiyê Feysel Bîn Ferhan wiha got: "Tirkiye ne tenê şêwirmendan dişîne, lê me bihîst û li gorî agahiyên îstixbaratan ku çeteyên Sûriyê di ser Tirkiyê re dişînin Lîbyayê."

Wezîrê karên derve yê Siûdiyê wiha domand: "Ev yek pir xeternak e, ji ber ku ew leşkerên nebirêxistinkirî dibin sedema qada şerê ku berê tevlihev e, ev yek jî dibe ku xetereya derbasbûna leşkerên radîkal li xeta aloziya Lîbyayê xurt bike û divê ev yek bê qedexekirin."

Ferhan wiha domand: "Ez pir bi fikar im ji ber tiştê ku Tirkiye li Lîbyayê dike, di vê mijarê de divê hemû kes bi fikar be."

Piştî agirbesta ku hefteyekê dirêj nekir, careke din şerê çekdarî di navbera aliyên şerê li Lîbyayê de li eniya xetên derdora başûrê Terablûsê rû da. Her wiha duh berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de tekez kir ku Tirkiye terorîstan ji Sûriyê dişîne Lîbyayê.

(jo)


Mijarên Din