Ergun Babahan: Welatên rojava, Turkiyê wekî ajanê Rûsan dibînin

Rojnameger Ergun Babah diyar kir ku Putîn, li hemberî pratîkên Tirkiyê yên li Idlibê niha bêdenge û got ku piştî girtina S-400’an welatên Rojava Tirkiyê wekî ajanê Rûsan bibînin.

Rojnameger Ergun Babahan destnîşan kir ku Tirkiye niha li Idlîbê  wekî iltihabê ye û wiha got: “Dê Rûsya bi operasyonek leşkerî biryara xwe ya dawîn bide. Piştî wergirtina S-400’an dê Rûsya berdêlên gelek mezin bide dayîn, yan jî dê hemû meseleyên Sûriyeyê di warê çareserkirinê de dîne ser maseyê. Pisgirêka Idlibê ya ku nayê çareserkirin, çareser bike.”

Ajansa me derbarê pirsgirêka li Idlibê, radestkirina S-400’an û polîtîkaya Tirkiyê yên derve ,bi  rojnameger Ergun Babahan re  hevdîtinek pêk anî.

 ‘Heta pirsgirêka Sûriyê çareser nebe Turkiye hebûna xwe ya li Idlibê bidawî nake’

Rojnameger Babahan da zanîn ku li Sûriyê du meseleyên nehatine çareserkirin hene û wiha axivî: “Yek meseleya Efrînê jî tê de statuya Rojava ye û ya duyem jî pirsgirêka Idlibê ye. Niha hêzên Îranê ji Idlibê vekişiyane. Di serî de DYE, hemû welatên rojavayî ji bo Rûsyayê di Idlibê de bikin zoriyê, çekan ji çeteyên ku Tirkiye alîkariya wan dike, re dişinin.”

Babahan diyar kir ku di êrîşa dawî ya Koalîsyonê de derbek mezin li hêzên Esad xist û wiha domand: “Ev êrîş darbeyek mezin li xeyala Esad a hemû Sûriyê bike bin desthilatdariya xwe, xist. Ger Esad dildike ku stûya Kurdan û hêzên Îslamî bitewîne û wekî ku tiştek nebûye bixwaze vegere beriya sala 2011’an di nav xeletiyek mezin de ye. Ev yek êdî ne mimkûne. Ji ber wê yekê heta ku meseleya Idlibê bê çareserkirin dê Tirkiye hebûna xwe di nava xaka Sûrî de biparêze.”

‘DYE’yê hişyarî da Tirkiyê’

Rojnameger Babahan diyar kir ku niha jî burokratên îxtiyar ên li DYE’yê dibêjin Kurd ji bo me ne girîngin divê em hevkariya xwe ya bi Tirkiye re bidomînin hene û wiha berdewam kir: “Lê belê her roja pêştîr dengê piştgiriya ji bo Kurdan bilindtir dibe û tê gotin ku mafê Kurdan heye Rêveberiyên xwe çêbikin û bibin xwedî statû. Jixwe çûyîna Rêveberiya Rojava ya Cenevreyê û bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re mohrkirina peymanê bêyî Emerîkayê ne mimkûne. Heman rêveberiya DYE’yê li gel ku ji bo Cemîl Bayik xelat daniye jî bi weşandina nivîsa wî ya di Washington Postê de ji Tirkiye re peyamek bû. Peyama Emerîka ji Turkiyê re wiha bû ‘Kurdan li hemberî DAIŞ’ê gelek berdêlên giran dan em dê wan bi tenê nehêlin û dê li ser maseya çareseriyê bidin rûniştin’ bû.”

 ‘Turkiye dê hewl bide di şer de bi bandor be’

Babahan got ku heta pirsgirêka li Sûrî çareser nebe dê Tirkiye hebûna xwe ya li Idlibê bi dawî neke û wiha axivî: “Niha hin agahî hene ku Tirkiye li Reqa’yê hin dorhêlan bi rêxistin dike. Hewldanên Tirkiyê yên bandorkirina şerê li Sûrî û qelskirina Rêveberiya Rojava dê bidome.”

 ‘Dibe ku li Idlibê operasyonên cûda bên rojevê’

Ergun Babahan diyar kir ku teqez çareseriya li Idlibê dê bi tunekirina cîhadîstan pêk bê û wiha got: “Lê dîsa jî bi qasî 2-3 mîlyon mirov dê berê xwe bidin Tirkiyê. Tirkiye ne bi awayekî mirovî û ne jî di warê aborî de nikare barek wiha rake. Tirkiyê xwest cîhadîstan li Idlibê kom bike û di çerçoveya polîtîkayên xwe de wan bikarbîne. Lê xeletiya herî mezin a Tirkiyeyê ev bû.”

Babahan axavtina xwe wiha dewam kir: “Tirkiye êdî li Idlibê bûye wekî nexweşiya iltihabê. Rûsya dê bi operasyonek leşkerî biryara xwe bide û piştî girtina S-400’an dê berdêlên mezin bide dayîn. Yan jî dê dê pirsgirêka Idlibê li ser maseyê bê çareserkirin. Lê mixabin rûniştina li ser maseyê ya cîhadîstan û çareserkirina pirsgirêkê dê ewqas nehêsan be. Eger Esad cûda nêzîkû Kurdan bibe û hebûna wan qebûl bike, dibe ku di pêşerojê de operasyonek hevpar a Esad û Kurdan li Idlibê bê rojevê.”

 ‘S-400 dê Tirkiyê bixe nava kaosek mezin’

Babahan derbarê girtina Tirkiye ya S400’an de wiha axivî: “DYE û NATO girtina S-400’an napejirîne. Trump çiqasî pêkanînên Kongreyê yên li ser Tirkiyê bi sînor bike û DYE dê bi rêyek çawa bi Tirkiyê berdêlan bide em ê bihevre bibînin. Di warê NATO û DYE’yê de ev rewş nayê qebûlkirin. Lê di encamê de Tirkiye xwedî nifûsek 80 mîlyon e, li vê herêmê hêzêk xurt a bi çek û li erdnîgariya krîtîk dewletek bi hêz e. Ketina Tirkiyê ya nav kaosek mezin dê rê li ber tevliheviyek mezin li Rojhilata Navîn, Ewropa û Balkanan veke.”

 ‘Trump li Sûrî garantörekî Kurdan ê herî taybet e’

Babahan diyar kir ku bi kirîna S-400’an dostên Tirkiye û Erdogan ên ku li DYE’yê hejmara wan her roj hindik dibe û dê hê bêhtir kêm bibe û ev tişt gotin: “Niha tekane piştgiriya Tirkiyê, Trump û komek li Qesra Spî ne. Lê hemû kes bi Trump dizane ku pêşî dibêje ‘Temam em dê çareser bikin’ û piştî ku diçe Washingtonê û bi rastiyê re tê rûqalî hev siyasetmedarekî wisa ye ku tiştên gotinan ji bîr dike. Ew kesek wiha ye ku bi rêya telefonê bi Erdogan re axivî û got: ‘Em ji Sûrî derdikevin tu çi dixwazî bike’ û 3 roj şûnde jî dibêje ‘Em dimînin em dernakevin’. Ji ber ku Trump nikare bixwîne, herêmê nasnake. Piştî ku bürokrat, îstîxbarat û General bi gotinê wî hişyar dibin û berdelên ku dê bên dayîn tînin hişê wî wê demê kanih (îkna) dibe. Niha jî tê xwiyakirin ku Trump garantorê Kurdan ê li Sûrî yê taybet e.”

Babahan îşaret pêkir ku ji ber kirîna S-400’an dê li hemberî Tirkiyê ji ambargoya çekan bigire heta bidawîkirina hevkariyê jî pêkanîn dijwar pêk bên û wiha domand: “Ez texmîn dikim ku Trump dê hewlbide vê rewşê bi awayekî nerm derbas bike, lê NATO dê Tirkiye ne wekî hevkarê welatên rojava, wekî personel an jî ajanê Pûtîn bibîne. Pêvajoya wêdekirinê ku destpêkiriye dê bê temaşekirin.”

 ‘Rûsya niha li hemberî kaprîsên Tirkiyê bêdeng e’

Babahan diyar kir ku Tirkiye di polîtîka xwe ya derve de zêde girêdayî Pûtîn e û axavtina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Tirkiye enerjiya xwe ya nukleerî û pîşesaziya xwe ya çekên parastinê bi Rûsyayê ve girêdide. Di gelek waran de bi Rûsya re tevdigere, lê di geşedanên dawî de tê xwiyakirin ku Tirkiye di serî de li ser meselaya Sûrî, naskirina statuya Kurdan a fermî û polîtîkaya Çerkezan de bi Rûsyayê re lihevnake. Pûtîn niha li hemberî kaprîsên Tirkiye û kirinên wî yên li Idlibê bêdeng dimîne, lê dema ku kontrol girt destê xwe û navbera Tirkiye û DYE’yê veke dê destê wî hê xurttir û serbest bimîne.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din