Eritreya: Qeter û Tirkiyê xeta aştiyê ya bi Etiyopyayê re asteng dikin

Hikûmeta Eritreyayê bi daxuyaniyekê, Qeter û Tirkiyê bi astengkirina xeta aştiyê ya bi Etiyopyayê re sûcdar kir.

Di daxuyaniya hikumeta Eritreyayê ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye de tê gotin "Xirabiyên hikûmeta Tirkiyê ya bi serkêşiya AKP‘ê ya li dijî Eritreyayê êdî eşkere ye û hêjaye werin bi bîrxistin."

Hikûmetê her wiha di daxuyaniyê de got: "Ev kiryarên xirab bi destek û alîkariyê Qeterê têne kirin. Asta van kiryarên xirab di salên derbasbûyî de zêde bûn, armanc jê ew e ku xebatên aşatiyê yên bi Etiyopyayê re asteng bike."

Di daxuyaniya her wiha hate diyarkirin ku hikûkmeta Tirkiyê serê vê salê buroyek ji serokê weqfeya mislimanên Eritreyayê ya ne zelal re bi navê "Weqfeya Oldarên Eritreyayê" vekir û got: "Daxuyaniyên vê weqfeyê yên li dijî Eritreya û Etiyopyayê ku beriya çend rojan di civîna weqfeyê ya li Xertûmê hatibûn dayîn derveyî sînor bûn."


Mijarên Din